Li Hîndîstan û Çînê karesetên xwezayî: 70 mirî

Li Hîndîstan û Çînê, ji ber barana zêde û şemitîna erd, zêdeyî 70 kes mirin. Tê gotin, gelek kes jî winda ne.

Li bakurê Hîndîstanê, barana dijwar herî zêde bandor li eyaletên Ûttarakhand û Arûnachal Pradesh kir. Ji ber barana li Ûttarakhandê bariya, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 21 kes jî winda ne.

Li eyaleta Arûnachal Pradesh a li ser sînorê Çînê ye, ji ber şemitîna erd, 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin, gelek avahiyên dewletê û dibistan jî xera bûne.

Li Çînê jî, di karesaetên ji ber baranê de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî ajansa nûçeyan Xînhûa li eyaleta Gûîzhoû ya li başûrrojavayê welêt erd şemitî. Li vê derê 20 kes mirin.

Li eyaletên Hûbeî, Zhejîang û Jîangsû jî, bi hezaran mal û erdê çandiniyê yê ji 20 hezar hektarî li ber ava lehiyê ketin. Tê gotin, ten3e li eyaleta Hûbeî 24 kesan jiyana xwe ji dest dane.