Wekîlê Swêdî: Tirkiye bila ne li dijî Kurdan lê li dijî DAÎŞ’ê şer bike

Wekîlê Partiya Lîberal ê Swêde Frerdîk Malm got, ji ber ku Tirkiyê bikaribe li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz ne bes e ku bi cîranên xwe re têkiliyên xwe baş bike.

Wekîlê Partiya Lîberal ê Swêdê Frerdîk Malm diyar kir, piştî berxwedana Kobanê Kurd weke civaka ku li dijî terorîzmê şer dike û Tirkiye jî weke dewleteke ku paşmêrê terorîzmê ye bi nav û deng bû û bi berdewamî diyar kir, ji bo ku Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe xwedan hêz ne bes e ku bi cîranên xwe re têkiliyên xwe baş bike û ji ber vê sedemê jî divê bi PKK’ê re dîsa dest bi hevdîtinên aştiyê bike û li hemberî Kurdên Rojava jî helwesta xwe biguherîne.

Di gotara xwe ya bi navê ‘’ Kurd û Xristiyan li dijî terora DAÎŞ’ê şer dikin’’ de ku îro di kovara bi navê ‘’Li Dinyayê Îro’’ de weşiyayî Malm, li ser mijara êrîşa DAÎŞ’ê ku heftiya bihurî bi ser Balafirgeha Ataturkê de anîbû radiweste û bal dikişîne ser wê ku DAÎŞ êrîşên bi vî rengî dikare li her deverê pêk bîne, lê belê rewşeke taybet a Tirkiyeyê heye

Malm diyar kir Tirkiye ji bo ku li dijî Esad û Kurdan şer dike paşmêrtiyê ji çeteyên DAÎŞ’ê re dike û dihêle ku ew  sînor bibezînin, lê beriya bi salekê her çendî ne bi dilê wê jî bû li dijî çeteyên DAÎŞ’ê kete pozîsyoneke çalaktir de û diyar kir ji bilî têkçûna rejîma Esad xweyî nêhteke din ye ku ev jî dijberbûna wê ya li hemberî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ye.

Malm bi bîr xist ku YPG’ê li Bakurê Sûriyeyê herêmeke berfireh xistiye ser rêveberiya xwe û li van deveran gelek kanton û rêveberî pêk aniye û Swêde jî di nav de li gelek welatan nûnertî vekirine û bandora polîtîkaya Tirkiye ya der barê Sûriyeyê de wiha vegot:

 ‘’Polîtîkaya ku birek jê ne serkeftî û birek jê bêsiûd ziyaneke mezin da îmaja Tirkiye ya li rojava. Li eniya Iraq û Sûrî hêzên Kurd û sivîlên Xristiyan, Ereb û Êzdî li dijî Dewleta Îslamê li ber xwe dan. Di vî şerî de sempatiyeke mezin a dinyayê ji Kurdan re çêbû ku li dijî celadên gefa komkujiyê li wan dikirin, bi lehengî li ber xwe dan. Kurdan nîşan dan ku ew li bejahiyê hêzeke girîng in û di salên dawî de herêmên di jêrdestê Dewleta Îslamê de bûn ji wan paş ve standin.’’

Malm diyar dike Tirkiye tê sûcdarkirin ji ber sedema ku piştevaniyê li cîhadîstan dike û dihêle ku ew sînor bibezînin û di dorpêça Kobanê de hate fêhmkirin ku nêhta Tirkiyê tenê piştgiriyê bide Kurdên ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, lê Kobanê rizgar bû û bû sembola ku Dewleta Îslam dikare were rawestandin.

Malm diyar dike şerê  li Sûriyeyê bandora xwe li Tirkiye nîşan dide, li herêmên sînor bi milyonan penaber dijîn û piştî ku Tirkiye bi terora Dewleta Îslamî re hevrû bû, li hemberî DAÎŞ’ê ku jê re dibe tehdît nikare xwe sist bike.

Malm bi bîr dixe ku şaneyên DAÎŞ’ê yên li Tirkiyê dibe ku êrîşan bi ser Tirkiye de bîne, ji bo ku ev çûyin pêşî lê were girtin divê Tirkiye bi PKK’ê re dîsa dest bi hevdîtinan bike, dest ji helwesta xwe ya dijber a Kurdên Bakurê Sûriyeyê berde û encex bi vî awayî dikare li Rojhilata Navîn bibe xwedî rista hêza istîkrarê.