Li Londonê hezaran kes ji bo YE’yê meşiyan

Li paytexta Îngilîstan Londonê bi hezaran kes li dijî derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) meş li dar xistin.

Çalakvanên ku piraniya xwe ji ciwanan pêk dihatin, li paytext Londonê kom bûn , heta pêşiya Parlamentoyê meş li dar xistin.

Di çalakiyê de alên YE’yê hatin hilgirtin, banga betalkirina referandûma li Brexîtê hate kirin, bal hat kişandin ku di tevahiya kampanyayê de ji bo kesên ku dixwestin ji YE’yê derkevin di gelek mijaran de derew hatine kirin.

Çalakvanan da zanîn ku ji beriya Brîtanyaya Mezin prosedûra ji derketina YE’yê destpê bike, daxwaz kirin ku têkevin nava tevger û xwestina betalkirina pêvajoyê.

Li gorî anketeke kargeha Ipsos Morî ya ji bo televziyona BBC’ê,  di referandûma 23’yê Hezîranê de ji sedî 16’an ku deng bi kar anîn, wisa difikirîn ku di encamê de wê Brîtanya di YE’yê de bimîne. Ji sedî 48’ê din jî difikirîn ku ji beriya muzakereyên derketina ji YE’yê destpê bikin, wê hilbijartina giştî bihatiba kirin.

Piştî referandûmê Serokwezîr Cavîd Cameron diyar kiribû wê di meha Cotmehê de ji peywirê bikeve, Theresam May û Mîchael Gove yên weke potensiyela hedefê tên dîtin jî ji beriya dawiya 2016’an ragihandibûn ku wê pêvajoya derketina ji YE’yê destpê nakin. Li gorî çavdêran jî dirêjkirina pêvajoyê tê wateya ku tawîzgirtina ji YE’yê.