CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li madenên Kîrûna ya Swêdê şewat derket
Li bajarê Kûrîna yê li bakurê Swêdê, li madenên şîrketa dewletê ya LKAB’ê saet nêzî 11.00’an şewat derket. -
Polonya lêpirsîna li ser karesata balafirê ji nû ve dide destpêkirin
Dozgeriya Varşovayê biryar da lêpirsîna li ser qezaya balafirê ya sala 2010'an ku Serokkomar û wezîran tê de jiyana xwe ji dest dan, ji nû ve binirxîne. Di vê çarçoveyê de lêkolîn li ser cenazeyan bên kirin. -
Elmanya wê budçeya parastinê zêde bike
Di Konferansa Aboriyê ya li Berlînê de, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ve hat organîzekirin, Serokwezîr Angela Merkel axivî û diyar kir, wê budçeya parastinê ya Elmanyayê were zêdekirin. -
Swêdê pêşnûmeya ku qanûna penaberiyê giran dike, qebûl kir
Li Swêdê, ku par zêdeyî 160 hezar penaberan xwe lê girtin, qanûnên li ser penaberan tên dijwarkirin. -
Li Brukselê alarma li ser êrîşa bombeyî
Li Brukselê, ji ber îstîxbarata li ser êrîşa bombeyî ya li cihekî qelebalix, hêzên ewlekariyê operasyonek pêk anîn. Di encamê de kesek hat binçavkirin. -
Li Îngilîstanê rêjeya dengê alîgirên Yekîtiya Ewropayê zêde dibe
Beriya referandûma roja Pêncşemê, rêjeya dengê mirovên dixwazin Îngilîstan li nava Yekîtiya Ewropayê bimîne zêde dibe. -
Çîn wê heta sala 2030'î xwarina goşt ji sedî 50 kêm bike
Hikûmeta Çînê ji bo kêmkirina xwarina goşt, planekê dixe meriyetê. Li gorî vê planê, wê heta sala 2030'î xwarina goşt ji sedî 50 kêm bibe. -
Gemara ji ber petrolê rû dide, dikare bi miqnatîsê bê paqijkirin
Zanyar dibêjin, bi bikaranîna oksîta hesin û miqnatîsên mezin ve dikare pêşî li gemarîbûna hawirdorê ya ji ber petrolê bê girtin. -
Li Kabûlê êrîş: 14 mirî, 9 birîndar
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, di êrîşeke xwekujî ya li hemberî wezîfedarên Nepalî de 14 kes mirin, gelek kes birîndar bûn. -
Li Cezayîrê şer qewimî: 14 milîtanên tund ên olî hatin kuştin
Hat ragihandin, li Cezayîrê di operasyonên artêşê yên li hemberî komên çekdar ên olî yên tund de, herî kêm 14 milîtan hatine kuştin. -
Li Rûsyayê qeza: 14 zarok xeniqîn
Li goleke li bakurrojavayê Rûsyayê, keştiyek xwendekar tê de bûn noqî binê avê bû. Di bûyerê de 14 zarok xeniqîn. -
Ji bo Serokatiya Şaredariya Romayê cara yekemîn jinek hat hilbijartin
Di tûra duyemîn a hilbijartinên herêmî yên li Îtalyayê de, namzeta Tevgera Pênc Stêrk a bi polîtîkayên xwe yên populît derdikeve pêş, bû Şaredara Romayê. Bi vî rengî yekemcar jinek bû Seroka Şaredariya Romayê. -
Li dijî nîjadperestiyê çalakiyên zincîra ji mirovan
Li dijî nîjadperestiya li Elmanyayê zêde bûye, bi deh hezaran kesî zincîra ji mirovan ava kirin. -
DYE û Rûsya wê bi awayekî koordîne bombe bikin
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsaya ji bo bomberdûman hewayî hê baştir bê koordînekirin li hev kirin. -
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê yekîneyên xwe yên li Sûriyeyê kontrol kir
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat ragihandin, wezîr Sergey Şoygû ji bo kontrolkirina yekîneyên leşkerî çûye Sûriyeyê. -
Li Belçîkayê polîsan avêtin ser 40 nuqteyan
Polîsên Belçîkayê rojên În û Şemiyê di 40 operasyonên cuda yên li gelemperiya welêt de 40 kes binçav kirin, ku hat îdîakirin van kesan amadekariya êrîşê li dijî Şampiyoniya Futbolê ya Euro 2016 dikirin. 12 ji van kesan jî hatin girtin. -
Fransa nikare xwe li alîkariya ji bo penaberan jî rabigire
Fransa, alîkariya ji bo penaberên liherêmên bakurrojava di nava şert û mercên nebaş de dijîn û hewl didin derbasî Îngilîstanê bibin, asteng dike. -
Polîsan li Belçîkayê avêtin ser bi dehan malan
Li gelek bajarên Belçîkayê, polîsan avêtin ser bi dehan malan û 4 kes binçav kirin. Her wiha 12 kes jî xistin bin kontrolê. -
Alîgirên Brexitê hînê li pêş in
Li Îngilîstanê, li gorî anketên dawî alîgirên Brexitê (alîgirên derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê) li pêş in. -
Pûtîn: Em alîgirin bi 'Hêza dawî ya super DYA' re hevkariyê bikin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, welatê wî alîgir e bi DYA re hevkariyê bike û da zanîn, DYA 'Hêza dawî ya super e'. -
Asteroîtekî ev 100 sal in li dora Cîhanê digere hat tespîtkirin
Daîreya Feza û Hewakariyê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA), agahiyên li ser hebûna steroîtekî biçûk ê 100 sal in li dora Cîhanê digere, parve kir. -
Ji bo gardiyanê Auschwitzê 5 sal cezayê hepsê
Gardiyanê berê yê Naziyan ê 94 salî ku bi alîkariya qetilkirina sed hezaran Cihûyên li Wargeha Auschwitz tê sûcdarkirin, 5 sal cezayê hepsê lê hate birîn. -
WHO: Mirina ji ber vîrûsa şewata zer zêde dibe
Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin, hejmara mirovên bi vîrûsa zer ketine hezar derbas kiriye û herî kêm 71 kes ji ber vê vîrûsê mirin e. -
Santos: Eger aştî nebe, wê şerê li bajaran destpê bike
Di navbera Hêzên Çekdar Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê de muzakereyên aştiyê dewam dike. Di demeke bi vî rengî de hikûmetê îdîa kir, ku pêkane di navbera wan û gerîlayan de şerekî mezintir derkeve. -
Hilbijêrên çep Hollande terikandin; Mêlenchon bû tercîha yekemîn
Li gorî lêkolîna ji aliyê TNS Sofres One Point ve hat kirin, piraniya hilbijêrên Fransayê ji polîtîkayên Serokkomarê Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande gelekî aciz in.