DYE û Rûsya wê bi awayekî koordîne bombe bikin
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsaya ji bo bomberdûman hewayî hê baştir bê koordînekirin li hev kirin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsaya ji bo bomberdûman hewayî hê baştir bê koordînekirin li hev kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, ji bo êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê hê ‘Baştir bê koordînekirin’ bi DYE re li hev hatine.
Piştî konferasa bi dîmen a pisporên leşkerî yên Rûsya û Emerîkan, hevdîtinên girîng ên têkildarî êrîşên hewayî hatin nirxandin. Li gorî vê; êrîşên her du welatan yên hewayî wê bi leşkerên welatên din re bi awayekî koordîne bê kirin.
Bi saya êrîşên hewayî yên koordîne, tê hedefkirin ku pêşî li ‘Şaşîtiyên ne gengaz û bûyerên ne li bendê’ bê girtin.
Operasyonên bi koordîne yên her du welatan, piştî nîqaşên ku DYE, Rûsya sûcdar dikirin, dîsa ketibû rojevê. DYE ji ber Rûsyayê hin komên wek ‘nerm’ dihat pênasekirin bombe dikir, nerehet bû.
Herî dawî di daxuyaniya ji Pentagonê de hatibû ragihandin ku tevî hişyariyên yekîneyên Emerîka jî balafirên şer ên Rûsyayê bombekirina komên mûxalîf ên li Garnîzona El Tanîfê domandiye.
Di daxuyaniya Rûsyayê de jî hatibû diyarkirin ku mabeyna qada li El Tanîfê hatibû bombekirin û herêma ku wek ‘mûxalîfên nerm ên Sûriyeyî’ tên pênasekirin de mesafeyek 300 kîlometreyan heye.