Gemara ji ber petrolê rû dide, dikare bi miqnatîsê bê paqijkirin

Zanyar dibêjin, bi bikaranîna oksîta hesin û miqnatîsên mezin ve dikare pêşî li gemarîbûna hawirdorê ya ji ber petrolê bê girtin.

Birin û anîna petrolê hê bi giranî bi rêya deryayê tê kirin. Qezaya li vê rêyê rû dide jî dibe sedema karesateke mezin a hawirdorê. Li dijî vê karesatê, zanyar li rê û rêbazeke nû digerin.

Li gorî Yî Dû yê ji Zanîngeha Wollongong a Awûstûryayê, bi rêbazeke gelekî hêsan petrol dikare ji nava avê bê derxistin.

Li gorî vê yekê; wê ewilî parçeyên oksîta hesin a nano li herêma petrol lê rijiya ye bên reşandin. Ev parçeyên petrol pê ve dizeliqe, wê piştre bi miqnatîsên li keştiyan bên kişandin. Bi vî rengî wê pêşî li zerara petrolê ya li xwezayê were girtin.

Zanyar bawerin, bi vê rêbazê ve ne tenê petrola li ser rûyê avê, ya herikiye binê avê jî wê karibe bê kişandin.

Pispor bibîr dixînin ku parçeyên oksîta hesin di roja îro de di gelek amûrên dîmen ên tibî de tên bikaranîn û ewle ne. Ji bo ceribandina vê nêrînê, pispor di nava hewldanan de ne.