Li Îngilîstanê rêjeya dengê alîgirên Yekîtiya Ewropayê zêde dibe

Beriya referandûma roja Pêncşemê, rêjeya dengê mirovên dixwazin Îngilîstan li nava Yekîtiya Ewropayê bimîne zêde dibe.

Li gorî encamên anketa dawî ya beriya referandûmê, rêjeya dengê mirovên dixwazin Îngilîstan li nava Yekîtiya Ewropayê bimîne, bi 7 pûanan ji dijberan zêdetir e.

Şîrketa lêkolînê ORB li nava kesên dibêjin 'ez ê ji sedî sed dengê xwe bi kar bînim' anketek çêkir. Li gorî encamên vê anketê, rêjeya alîgirê mayîna Îngilîstan li nava yekîtiyê ji sedî 53 ye. Rêjeya dijberên mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê jî ji sedî 46 e.

Li gorî encamên anketa hefteya bihurî ya heman şîrketê, rêjeya alîgirên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 49 bû.

Di lêkolîneke din a ji aliyê rojnameya Sunday Times ve hat kirin de, rêjeya alîgirên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 44, rêjeya dijberan ji sedî 42 ye. Ji sedî 14 ê beşdarên anketê diyar kirin, wan hê biryara xwe nedane.