Swêdê pêşnûmeya ku qanûna penaberiyê giran dike, qebûl kir
Li Swêdê, ku par zêdeyî 160 hezar penaberan xwe lê girtin, qanûnên li ser penaberan tên dijwarkirin.
Li Swêdê, ku par zêdeyî 160 hezar penaberan xwe lê girtin, qanûnên li ser penaberan tên dijwarkirin.
Di dengdana li parlamentê de, pêşnûmeya ku qanûnên penaberiyê dijwar dike hat qebûlkirin. Li gorî vê pêşnûmeyê, li şûna destûra mayîna bêdawî ya ji penaberên tên vî welatî re wê destûra mayîna heta demekê bê dayîn û mercên xwe gihandina hev a malbatan tên şidandin.
Ev guhertin wê ji bo 3 salên pêş me derbasdar be. Di dengdanê de 240 parlamenteran dengê 'erê', 45 parlamenteran jî dengê 'na' dan pêşnûmeyê.
Di dengdanê de parlamenterên sosyal demokrat, Keskî, partiyê çep û partiyên rastgir dan xuyakirin, ku divê qanûnên penaberiyê werin dijwarkirin. Qanûn wê ji 20'ê Tîrmehê û pê ve derbasdar be. Pîvanên vê qanûna nû wê ji bo penaberên 24'ê Mijdarê û pê ve bên vî welatî derbasdar bin.
Di nava Yekîtiya Ewropayê, de welatê piştî Elmanyayê herî zêde penaber hewandiye, Swêd e. Li vî welatê bi polîtîkaya xwe ya nerm a ji bo penaberan tê zanîn, par cara yekê bi pirsgirêka stargehan re rû bi rû ma û ji ber vê pirsgirêkê beşeke girîng a penaberan li derve mabûn.
Hikûmetê beriya niha kontrola li ser sînor zêde kir û dabû zanîn wê dersînorkirina bi komî wê bê kirin. Dêr û rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûneke tund nîşanî qanûna nû ya li ser penaberan didin.