Polîsan li Belçîkayê avêtin ser bi dehan malan
Li gelek bajarên Belçîkayê, polîsan avêtin ser bi dehan malan û 4 kes binçav kirin. Her wiha 12 kes jî xistin bin kontrolê.
Li gelek bajarên Belçîkayê, polîsan avêtin ser bi dehan malan û 4 kes binçav kirin. Her wiha 12 kes jî xistin bin kontrolê.
Li gelek bajarên Belçîkayê, di çarçoveya dosya "antî terorîst" de polîsan danê sibehê avêtin ser bi dehan malan. Di encama serdegirtinan de 4 kes hatin binçavkirin û 12 kes jî ketin bin kontrola polîsan.
Di daxuyaniya Dozgeriya Federal a Belçîkayê de hat ragihandin, li gorî agahiyên di çarçoveya lêpirsînê de hatine bidestxistin, divê bi lez û bez bikevin nava tevgerê.
Hat ragihandin, serdegirtin li 152 depo û xerajan hatiye kirin û heta niha ne teqemenî ne jî çek hatine dîtin.
Serdegirtin li herêmên Brukselê yên Molenbeek, Schaerbeek, li bajarên Anderlecht, Koekelberg, Berchem-Sainte-Agathe, Evere, Forest, Watermael-Boitsfort, Ganshoren), herêma Flaman; Zaventem, Nînove, Wemmel û li herêma Vallon; Fleurus, Tubize û Liège hatin kirin. Nasnameya kesên hatine binçavkirin hînê nehatine eşkerekirin.