Hilbijêrên çep Hollande terikandin; Mêlenchon bû tercîha yekemîn
Li gorî lêkolîna ji aliyê TNS Sofres One Point ve hat kirin, piraniya hilbijêrên Fransayê ji polîtîkayên Serokkomarê Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande gelekî aciz in.
Li gorî lêkolîna ji aliyê TNS Sofres One Point ve hat kirin, piraniya hilbijêrên Fransayê ji polîtîkayên Serokkomarê Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande gelekî aciz in.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, ku ji sala 2012'an û vir ve li şûna karkeran berjewendiyên karsazan esas digire, di nava hilbijêrên çep de têk çû. Ji bo hemû hilbijêrên çep, navekî girîng ê Eniya Çep Jean-Lûc Mêlenchon weke namzetê alternatîf derdikeve pêş.
Di lêkolîna TNS Sofres One Point de, ji sedî 72 ê hemû hilbijêrên çep dixwazin ji bo diyarkirina nmzeta/ê hevpar ê partiyên çep, pêşhilbijartin were kirin.
Di nava sempatîzanên PS de, rêjeya hilbijêrên dixwazin 'di nava partiyên çep de pêş hilbijartin were kirin' ji sedî 87 e.
Hejmara hilbijêrên çep ên dixwazin li derveyî Hollande namzetek were nîşandan, roj bi roj zêde dibe. Di nava hilbijêrên PS de, rêjeya ji sedî 36'an dixwazin Serokwezîr Manûel Valls bibe namzet û bi tenê ji sedî 30 ê van hilbijêran dixwazin Hollande bibe namzet. Ji sedî 29 ê hilbijêrên PS dixwazin Wezîrê Aboriyê yê nêzî karsazan e, weke namzet bê nîşandan.
DI NAVA HEMÛ HILBIJÊRÊN ÇEP DE MÊLENCHON DI RÊZ YEKEMÎN DE YE
Li gorî heman anketê, di nava hemû hilbijêrên partiyên çep de ji bo namzetiya Serokkomarê Jean-Lûc Mêlenchon derdikeve pêş. Mêlenchon di hilbijartinên sala 2012an de ji sedî 12 ê dengan standibû. Rêjeha hilbijêrên çep ên bawer dikin Mêlenchon bibe namzetekî baş, ji sedî 35 e.
Li gorî lêkolînê, yek ji mijarên ku hilbijêrên çep ji ber wê nerazîbûnê nîşanî Hollande dide, Qanûna Kar e ku ji meha Adarê û vir ve di rojevê de ye.
Di heman anketê de hat ragihandin, piraniya hilbijêrên çep bawer dikin ku di hilbijartinên 2017'an de namzeteke/î rastgir bi ser bikeve. Ev yek jî rê li ber bêhêvîtiyê vedike.