CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Lobîkerên AKP'ê yên li Swêdê her ku dilebitin, têk diçin
Piştî axaftina nîjadperestî ya Seroke duyemîn ê Federasyona Karkerên Tirk Barbaros Leylanî, lobîkerên AKP'ê yên li Swêdê li ber tinebûnê ne. -
Ji Telîbanê serdegirtin: 11 mirî, 12 dîl hatin girtin
Talîbanê, li Afganîstanê bi ser bargeheke leşkerî ya li parêzgeha Ûrûzagan de girtin, 11 leşkerên Afgan kuştin, 12 jî dîl girtin. -
IAEA: Li gorî delîlan Koreya Bakur plutonyûm hilberandiye
Tê gotin, Koreya Bakur a di mehên dawî de bi testên xwe yên nukleerî bûye hedefa cîhana rojava, plutonyûm hilberandiye. -
NY navê Erebîstana Siûdî ji lîsteya welatên zarokan qetil dikin, derxist
Navê Erebîstana Siûdî, ku Neteweyên Yekbûyî (NY) li lîsteya reş a 'welatên di şer de zarokan qetil dike' hatibû bicihkirin, di encama zextên hatin kirin de ji vê lîsteyê hat derxistin. -
NY bi biryar e alîkariyê ji bejahî ve bike
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku ew bi biryar in alîkariya derman û xwarinê ya ji bo sivîlên li herêmên şer ên li Sûriyeyê dijîn, ji bejahî ve bikin. -
Îdîaya ku wê Gaûck nebe namzet piştrast bû
Nûçeyên der barê Serokkomarê Elmanya Jaochîm Gaûck ê wek ‘Carekr din nabe namzet’ piştrast bûn. -
Kampanya hilbijartina Serokkomariya Fransayê destpê kir
Namzetê Front de gauche "Eniya Çep" Jean-Luc Melenchon ji bo hilbijartina serokkomariyê ya 2017'an dest bi mîtîngên hilbijartinê kir. -
Ji Sadr banga raperînê
Lîderê Şîî Mûkteda el Sadr got rewşa Iraqê her kû diçe nebaş dibe, banga raperînê li gel kir. -
Rûsya: Çek dikare bi çavdêrên OSCE re hebe
Rûsyayê da xuyakirin, ew ê destûrê bide çavdêrên OSCE ên li Ûkraynayê dixebite bi çekê bigerin. -
Di teşxîs û tedawiya kanserê de bandora testa xwînê
Li gorî lêkolîneke pêşkêşî konferansa bi navê American Society of Clinical Oncology a li bajarê Chîcago yê DYA hat kirin, di teşxîsa kanserê de testên xwînê ji analîzên tevînekê bêhtir bi kêrhatî ne. -
Li gorî anketan rewşa Brexitê hînê xumamî ye
Li gorî anketa şîrketa Opînîûmê alîgirên yekîtiyê ji dijberan zêdetir e. Lê anketên di nava vê hefteyê de hatin kirin, hemûyan encamên ji hev cuda raxistin pêş çavan. -
Tê gotin, polîsê Belçîkayê El Bakraoûî binçav kiribû û piştre berda ye
Êrîşkarê DAIŞ'ê yê li paytexta Belçîka Brukselê li metroyê komkujî pêk anî û navê wî di komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê de derbas bû, tê gotin di Cotmehê de ji aliyê polîsên Belçîkayê ve hatiye binçavkirin û dûre hatiye berdan. -
Di çalakiya li dijî Neo-Naziyan de polîsan û komên çep şer kirin
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, bi hezaran çalakgerên çep-otonom li dijî Neo-Naziyan daketin kolanan. Li bajarê ku bi qasî 5 hezar polîs ketin alarmê, di navbera polîsan û komên çep de şer derket. -
Di êrîşên çeteyan a li Nîjerê de bi dehan kes mirin
Li Nîjerê di êrîşa çeteyên Boko Haram a li hember yekîneyeke leşkerî de herî kêm 32 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. -
YE birêkûpêkkirina ‘penaberên wesfdar’ berfireh dike
Yekîtiya Ewropa (YE), li şûna çareseriyên adil ji pirsgirêka penaberan û penabertiyê re bibîne, plansaziyên li ser kişandina karkerên kalîfiye û perwerdekirî yên li welatên din pêş dixe. -
Li Fînlandiyayê reforma mafên karkeran kêm dike, hat erêkirin
Li Fînlandiyayê, di danûstandinên navbera hikûmeta navendî-rastgir, karsaz û sendîkayên karkeran de, li ser mijara guhertina Qanûna Kar li hev hat kirin. -
Li DYA lehî rabû: Herî kêm 12 kes mirin
Li eyaleta Teksasê ya DYA, ji ber barana zêde lehî rabû. Hat ragihandin, ji ber lehiyê herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Fikar hene ev hejmar zêdetir bibe. -
Şerê li Yemenê giran dibe
Li Yemenê, ku hevdîtinên aştiyê yên ji bo qedandina şerê navxweyî dewam dike, her du alî êrîşên xwe bênavber didomînin. -
Li Elmanyayê hikûmetê li ser 'reforma' îstîxbaratê li hev kir
Hat ragihandin, hikûmeta Elmanyayê li ser reformekirina Rêxistina Agahîwergirtinê ya Federal (BND) li hev kiriye. -
Sira 'Bajarê Winda' yê li binê Derya Iyonê eşkere bû
Sira herêma li peravên girava Zakîntos a Derya Iyon a Yewnanîstanê, ku di sala 2013'an de hat dîtin û weke 'Bajarê Winda' yê li binê deryayê hat pênasekirin, eşkere bû. -
Grevên birçîbûnê û cezayên qemçîkirinê yên li Îranê ket rojeva Parlamenta Swêdê
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Îranê û cezayên qemçîkirinê yên li karker û xwendekaran tên birîn, xist rojeva Parlamenta Swêdê. -
Bîlançoya barana li Fransa û Elmanyayê bariya giran e
Li gelek welatên Ewropayê baraneke dijwar dibare. Li Fransayê, ji ber barana ev du roj in dibare, fikar hene ku paytext Parîs di nava avê de bimîne. -
Ji bo bajarên dorpêçkirî yên li Sûriyeyê wê ji rêyên hewayî alîkariya xurekan çêbibe
Li Sûriyeyê ji bo bajarên ji ber şer û dorpêçê alîkariyên mirovî nagihêjê, wê ji rêyên hewayî alîkarî bên kirin. Alîkarî, wê bi korîdorên hewayî an jî bi avêtina koliyan pêk were. -
Hejmara cenazeyên li peravên Lîbyayê gihişt 104’an
Li peravên Lîbyayê ji duh ve 104 cenaze hatin dîtin. Tê gotin ku kesên hefteya bihurî qeştiya wan mabeyna Sîcîlya û Lîbyayê noqî avê bûne, ev cenazeyê wan penaberan e. -
Li peravên Gîrîtê botek bi sedan penaber tê de bûn, noq bû
Li nêzî peravên girava Gîrît a Yewnanîstanê, botek noq bû. Hat ragihandin bi sedan penaber di kêliya dawî de hatin rizgarkirin.