Li Fînlandiyayê reforma mafên karkeran kêm dike, hat erêkirin

Li Fînlandiyayê, di danûstandinên navbera hikûmeta navendî-rastgir, karsaz û sendîkayên karkeran de, li ser mijara guhertina Qanûna Kar li hev hat kirin.

Li Fînlandiyayê, di danûstandinên navbera hikûmeta navendî-rastgir, karsaz û sendîkayên karkeran de, li ser mijara guhertina Qanûna Kar li hev hat kirin. Bi vê yekê ve, mafên karkeran ên li vî welatî, piştî bi dehan salan yekemcar kêm dibe.

Serokwezîr Jûha Sîpîla bi rêya bloga xwe ya şexsî daxuyaniyek da û îdîa kir, ku di hevdîtinên bi sendîka û karsazan re, 'dîrok' hatiye nivîsandin. Tê gotin, 'Ji ber derfetên rikberiya bi Elmanya û Swêdê re', sendîkayan ev guhertina ku mafên karkeran kêm dike, erê kirine.

Di encama danûstandinan de li ser mijarên; dirêjkirina dema kar, sekinandina zêdekirina mûçeyan ji bo salekê û bilindkirina prîmên teqawîtbûnê ya karkeran, li hev hat kirin. Her wiha wê prîmên teqawîtbûnê yê karsazan bên kêmkirin.

Mafên karkeran, piştî Duyemîn Şerê Cîhanê cara yekê ye ewçend kêm dibe. Hikûmeta Fînlandiyayê sozê dide ku bi kêmkirina bacê ew ê barê karkeran sivik bike.