IAEA: Li gorî delîlan Koreya Bakur plutonyûm hilberandiye

Tê gotin, Koreya Bakur a di mehên dawî de bi testên xwe yên nukleerî bûye hedefa cîhana rojava, plutonyûm hilberandiye.

Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) da xuyakirin, ku dîmenên bi rêya satalaytê hatine kişandin nîşan didin, ku li Koreya Bakur plutonyûm hatiye hilberîn. Di daxuyaniya IAEA de hat ragihandin, hatiye tespîtkirin ku Navenda Lêkolînên Nukleerî ya Yongbyonê ji nû ve hatiye xebitandin.

Serokê IAEA Yûkiya Amano diyar kir, wan ji dîmenên satalaytê tespît kirine gelek wesayît ketine hundirê Yongbyon û jê derketine. Amano, tevî ava germ û dûkela li herêmê hatiye tespîtkirin, her wiha hatiye dîtin ku materyal jî ber bi vê herêmê ve hatine veguhastin.

Di lêkolînên heta niha li ser Yongbyonê hatin kirin de hat tespîtkirin ku reaktoreke atomê û navendeke dewlemendkirina ûranyûmê heye. Rêveberiya Koreya Bakur jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji Çileya 2006'an û vir ve testa çaremîn a atomê hatiye kirin.

Bi cihêkirina ji hev a plutonyûmê ve teqemeniya ji bo bombeya atomê tê bi dest xistin.