Li Elmanyayê hikûmetê li ser 'reforma' îstîxbaratê li hev kir

Hat ragihandin, hikûmeta Elmanyayê li ser reformekirina Rêxistina Agahîwergirtinê ya Federal (BND) li hev kiriye.

Hat ragihandin, hikûmeta Elmanyayê li ser reformekirina Rêxistina Agahîwergirtinê ya Federal (BND) li hev kiriye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên beşdarî hevdîtina duh êvarê ya li Daîreya Serokwezaretiyê bûne hatin wergirtin, wê hin pêkanînên BND ku di dema dawî de navê xwe bi gelek bûyerên sosret tê bilêvkirin, bên qedandin. Li gorî vê yekê, wê şopandina welatî, sazî û dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê li îstîxbaratê bê qedexekirin.

Lê nayê zanîn bê ev qedexe wê bi çi rengî were kontrolkirin. Di rewşeke 'gumanbariya terorîzmê' de wê ev şopandin karibe bê kirin.

Hat ragihandin, hikûmetê bi taybetî karê esiyonaj ê ji bo aboriyê li BND qedexe kiriye û ji bo şopandina ji dûr ve ya mijarên stratejîk ên derveyî welat, wê erêkirina Serokê BND, Daîreya Serokwezaretiyê û dadgerekî serbixwe weke şert bê xwestin. Her wiha, têkildarî guhdarîkirin û şopandina bi rêya amûrên ragihandinê, wê di qanûnan de sererastkirin werin kirin.

BND, ji ber hevkariya xwe ya ji slaa 2013'an û vir ve bi Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA), şopandin û guhdarîkirina di çarçoveya vê hevkariyê de, di rojevê de bû. Derketibû holê ku gelek karên girîng ên îstîxbaratê ji Serokê BND'ê, hikûmet û meclîsê hatine veşartin.