Li DYA lehî rabû: Herî kêm 12 kes mirin

Li eyaleta Teksasê ya DYA, ji ber barana zêde lehî rabû. Hat ragihandin, ji ber lehiyê herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Fikar hene ev hejmar zêdetir bibe.

Li eyaleta Teksasê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), ji ber barana zêde lehî rabû. Hat ragihandin, ji ber lehiyê herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Fikar hene ev hejmar zêdetir bibe.

Ji ber barana zêde, wesayîteke leşkerî wergeriya nava çem. 5 leşkerên di hundirê vê wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin, hejmara kesên gelemperiya eyaletê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane, gihaştiye 12 kesan.

Ji ber baranê, 1.700 mehkûmên li girtîgeheke Rosharon a 50 km li başûrê Hoûstonê ye hatin tehliyekirin. Ji ber bilindbûna ava Çemê Brazosê, 2.600 mehkûmên li girtîgeheke din jî di nava hefteyê de hatibûn tehliyekirin.

Hat ragihandin, barîna baranê ya li eyaletê wê îro û sibe jî dewam dike. Tê gotin, barana zêde wê bandorê li Loûîsîane û New Orleansê jî bike.

Ji ber baranê, bi qasî 150 seferên balafiran ên li balafirgehên Dallas û Hoûstonê hatine betalkirin.