Li gorî îdîaya di AFP û rojnameya Le Parîsîen de cih girt, Khalid el Bakraoûî yê alîkarî da komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê û piştre di 22'ê Adarê de li Brukselê êrîşa xwekujî pêk anî, beriya 13'ê Mijdarê ji aliyê polîsên Belçîkayê ve hatiye binçavkirin. Li gorî vê yekê, El Bakraoûî yê berê ji ber diziyê hat girtin û bi şert hat berdan, di 21'ê Cotmeha par de hatiye binçavkirin û dûre hatiye berdan.
Sedema binçavkirina El Bakraoûî jî, têkliiya wî ya bi kesekî şarjora vala ya kalaşnîkovê li dikaneke çekan a li herêma Vallonya, hat nîşandan. Balkêş e, tevî hemû hevdîtin û axaftina bi bazirganên çekan ên DAIŞ'ê re, serbest hatiye berdan.
Li gorî agahiyên ji ekîbên lêpirsînê hatin wergirtin, e çeteyên DAIŞ'ê piştre di navbera 9-13'ê Cotmeha 2015'an de gelek caran bi telefoneke mobîl a li Fasê re daxivî û li Tirkiyeyê jî bi gelek deveran re têkilî danî.
Di êrîşa 13'ê Mijdara 2015'an a li Parîsê de 130 kes hatibûn qetilkirin. Piştî vê komkujiyê li Balafirgeha Zaventem a Burkselê metroyeke Bruskelê roja 22'ê Adarê du êrîş hatin kirin û 32 hatin qetilkirin.