Îdîaya ku wê Gaûck nebe namzet piştrast bû
Nûçeyên der barê Serokkomarê Elmanya Jaochîm Gaûck ê wek ‘Carekr din nabe namzet’ piştrast bûn.
Nûçeyên der barê Serokkomarê Elmanya Jaochîm Gaûck ê wek ‘Carekr din nabe namzet’ piştrast bûn.
Nûçeyên der barê Serokkomarê Elmanya Jaochîm Gaûck ê wek ‘Carekr din nabe namzet’ piştrast bûn.
Gaûck ê ku di sala 2012’an de weke namzetê hevpar ê Partiya Demokratîk a Xirstiyan CDÛ-CSÛ, Partiya Demokratîk a Sosyal (SPD), Lîberal (FDP) û Keskan Serokkomar hatibû hilbijartin, bi daxuyaniyekê îro eşkere kir ku careke din nabe namzet.
Gaûck diyar kir ku nebûna wî ya namzetiyê ‘Ji bo wî ne pir bi hêsan bû’. Weke hincet jî temenê xwe (76) û li gorî vê jî ‘ Li gorî tê xwestin enerjiya wî têrê nake’ diyar kir. Gaûck destnîşan kir ku ji peywira Serokkomartiyê ketin ‘Nabe sedemê fikaran”, diyar kir ku ev ‘Normalîbûna demokratîkbûnê ye.’ Gotina Gaûck a ku “Di van demên zehmet de wiha ye” bal kişand.
Gaûck, piştî îstîfaya Wûllf a sala 2012’an ji derveyî partiya Çep (Dîe Lînke) weke namzetê Serokkomariyê yê hevpar ên partiyên din hatibû hilbijartin.