Lobîkerên AKP'ê yên li Swêdê her ku dilebitin, têk diçin
Piştî axaftina nîjadperestî ya Seroke duyemîn ê Federasyona Karkerên Tirk Barbaros Leylanî, lobîkerên AKP'ê yên li Swêdê li ber tinebûnê ne.
Piştî axaftina nîjadperestî ya Seroke duyemîn ê Federasyona Karkerên Tirk Barbaros Leylanî, lobîkerên AKP'ê yên li Swêdê li ber tinebûnê ne.
Piştî ku wêneyê Wezîrê Bajarvanî û Avahiyan Mehmet Kaplan ê bi Barbaros Leylanî, Serokê Ocaxên Nîjadperestan Îlhan Şenturk û Serokê Rêxistina Nêrîna Mîllî Yavûz Selîm Çelîk ji aliyê medya Swêdê ve hat weşandin, Kaplan neçar ma îstifa bike. Partiya Keskan a Hawirdorparêz û Partiya Karker a Sosyal Demokrat, gelek lobîkerên AKP'ê yên têkiliya xwe bi rêxistinên Îslamî re hene ji wezîfeyê girtin.
Lobîkerên ku ji ber derba xwar tewşî bûne, ji bo îspat bikin ku neheqî li Kaplan hatiye kirin, serî li her rêbazê didin û hewl didin vê yekê ji Tirkên li Swêdê re îspat bikin.
Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê Anders Ygeman di dawiya vê hefteyê de, li yek ji taxên Stockholmê Rînkebyê daket nava gel. Di nava welatiyên ku ji bo wêne bi Ygeman re bikişîne ketin rêzê de, Serokê Rêxistina Nêrîna Mîllî Yavûz Selîm Çelîk jî hebû, ku bi Mehmet Kaplan re xwarin xwaribû.
Wêneyê ku Çelîk bi Wezîrê Karên Hundir Ygeman re kişand, di malpera bi navê Îsveç Gundemî ya nêzî AKP'ê de bi serenavê "Nêrîna Mîllî bi Wezîrê Karên Hundir ê Swêdê re hevdîtin kir" hat weşandin.
Piştî ku mijar ket rojeva medya Swêdê, rojnamevanan duh di civîna çapemeniyê ya li ser pirsgirêka penaberan de ev wêneyê bi Çelîk re ji Anders Ygeman pirsîn.
Ygeman da xuyakirin, ku piştî axaftina xwe ya 6'ê Hezîranê ya li meydana Rînkebyê bi qasî 50-60 kesî pê re wêne kişandine û der barê nasnameya kesên bi wî re wêne kişandine de agahiya wî nîne.
Ygeman da zanîn, li Swêdê polîtîkaya zelal tê meşandin, siyasetmedar timî bi welatiyan re hevdîtinan dikin û diyar kir, tevî ku ev yek ji aliyê mirovên xwedî niyeta nebaş ve tê bikaranîn jî, ew ê vê polîtîkayê neguherînin.
Rojnamevanan her wiha ragihandin, ku di civîneke çapemeniyê ya beriya niha de Leylanî jî amade bû û dîmenekî li ser vê civînê di înternetê de hatiye weşandin. Li ser vê yekê Ygeman da xuyakirin, ku wî ev dîmen nedîtiye, lewma nikare bêje li ku û çima hatiye kişandin û ew Barbaros Leylanî nas nake.
Lobîkerên AKP'ê, piştî ku Kaplan ji wezîfeyê hat girtin yekser Leylanî tevlî civîneke çapemeniyê ya Ygeman kiribûn, dîmenê vê yekê kişandibûn û hewl dabûn nîşan bidin ku Leylanî ne tenê bi Kaplan re, di heman demê de bi Ygeman re jî hatiye dîtin.
Sekreterê Çapemeniyê ya Ygeman Vîctor Harjû da zanîn, ev dîmen di dema civîna bi rojnamevanên biyanî re hatiye kişandin û ji ber ku qerta xwe ya çapemeniyê heye, Leylanî kariye tevlî civînê bibe.
Sekretera Giştî ya Wezareta Karên Derve Karîn Nyland jî diayr kir, ji ber ku akretîde bû Leylanî tevlî civînê bûye, lê belê ji ber axaftineke xwe ya roja 9'ê Nîsanê ya li Stockholmê akredîtasyona wî jê hatiye standin.