Şerê li Yemenê giran dibe
Li Yemenê, ku hevdîtinên aştiyê yên ji bo qedandina şerê navxweyî dewam dike, her du alî êrîşên xwe bênavber didomînin.
Li Yemenê, ku hevdîtinên aştiyê yên ji bo qedandina şerê navxweyî dewam dike, her du alî êrîşên xwe bênavber didomînin.
Li Yemenê, ku hevdîtinên aştiyê yên ji bo qedandina şerê navxweyî dewam dike, her du alî êrîşên xwe bênavber didomînin. Hat ragihandin, milîsên Hûsî yên Şîa herêmeke stratejîk a li nêzî peravên Derya Sor bi dest xistine. Di êrîşa bi roketan a li bajarê Taîzê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Di operasyonên hêzên ser bi Serokdewletê berê Alî Abdullah Salih û milîsên Hûsî yên Şîa de cihekî stratejîk ê li Derya Sor hat bidestxistin. Ev herêma ku kampeke leşkerî ya Koalîsyona Ereb a Sûnî jî lê ye, rêya li qada peravan a heta geliyê Bal El Mandebê dikare kontrol bike.
Li aliyê din, li bajarê Taîzê ku şerê di navbear Hûsiyan û yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Mansûr Hadî lê diqewime, êrîşeke bi roketan hat kirin. Di vê roketa ku hat îdîakirin ji herêma di bin kontrola Hûsiyan de ye hatiye avêtin, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 20 kes birîndar bûn.
Çavkaniyên hikûmetê dan xuyakirin, ku di êrîşê de herî kêm 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
Piştî ku Hûsiyan di Adara 2015'an de paytext Sanaa bi dest xistin, welatên Kendavê bi pêşengiya Erebîstana Siûdî tevlî şerê navxweyî yê li Yemenê bûn. Piraniya wan di êrîşên koalîsyonê de, di nava 14 mehên şerê navxweyî de 6 hezar 500 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 3 mîlyon mirov koçber bûn.
Li vî welatê nifûsa xwe 25 mîlyon e, tê texmînkirin ku nîvê gel hewcadearê alîkariya xwarinê ye. Tevî Hûsiyan û yekîneyên artêşê, çeteyên DAIŞ û El Qaîdeyê jî li hin herêman serdest in.
Ji bo qedandina şerê navxweyî, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li Qûweytê di 21'ê Nîsanê de hevdîtinên aştiyê hatin destpêkirin. Lê hînê ji van hevdîtinan encamek bi dest neketiye.