Li Sûriyeyê ji bo bajarên ji ber şer û dorpêçê alîkariyên mirovî nagihêjê, wê ji rêyên hewayî alîkarî bên kirin. Alîkarî, wê bi korîdorên hewayî an jî bi avêtina koliyan pêk were.
Di konferansa çapemeniyê ya li buroya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra de hate bibîrxistin ku pêvajoya ji bo alîkariya 600 hezar sivîl ên li bajarên dorpêçkirî heta 1’ê Hezîranê ye. Di konferansê de hate diyarkirin ku Bernameya Xurakan a Cîhanê ya NY (WFP) têkîldarî alîkariyan hema hema plansaziyên xwe temam kirine.
Tê ragihandin ku li bajarên ji ber şer û dorpêçê ku piranî ji aliyê hêzên rejîmê, ji 600 hezar kesan re alîkariyek têrker a xurekan naçe. Di civîna li Viyanayê 17’ê Gulanê ji aliyê Koma Dostên Sûriyeyê hatibû lidarxistin de ji bo rejîm bikeve van bajaran heta 1’ê Hezîranê wext hatibû dayîn.
Ji ser demê 2 roj bihurî, tê plankirin ku alîkariyên mirovî bi korîdorên hewayî an jî bi koliyên ji balafiran bavêjin ve bigihîninê.