Li peravên Gîrîtê botek bi sedan penaber tê de bûn, noq bû

Li nêzî peravên girava Gîrît a Yewnanîstanê, botek noq bû. Hat ragihandin bi sedan penaber di kêliya dawî de hatin rizgarkirin.

Bota ku tê texmînkirin ji Misirê diçû Îtalyayê, li herêmeke 75 mîlê deryayê dûrî girava Gîrîtê noqî binê avê bû. Yekîneyên ewlekariya peravê dan xuyakirin, ku wan di vê bûyerê de zêdeyî 250 penaber rizgar kirine.

Hin çavkanî jî dibêjin, hejmara kesên hatine rizgarkirin herî kêm 300 e. Li gorî nûçeyên di medyayê de cih digirin, li botê bi qasî 700 penaber hebûn.

Rayedarên Yewnanîstanê dan zanîn, li ser banga alîkariyê wan du botên rizgarkirinê û helîkopterek şandine herêmê, balafirek jî li herêmê keşfê dike. Ji yekîneya ewlekariya peravan Nîkoloas Langadîanos diyar kir, li cihê bot noqî binê avê bû xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Li gorî vegotinên penaberên hatine rizgarkirin, xebatên lêgerînê tên meşandin û wê hewl bê dayîn hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane were tespîtkirin.