Grevên birçîbûnê û cezayên qemçîkirinê yên li Îranê ket rojeva Parlamenta Swêdê

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Îranê û cezayên qemçîkirinê yên li karker û xwendekaran tên birîn, xist rojeva Parlamenta Swêdê.

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Îranê û cezayên qemçîkirinê yên li karker û xwendekaran tên birîn, bi pêşnûme pirseke nivîskî xist rojeva Parlamenta Swêdê.

Kakabaveh diyar kir, di dema dawî de agahiyên xeternak ji Îranê tên, rejîm ji bo mûxalefetê bêdeng bike û bitirsîne li meydanan qemçiyan li karker û xwendekaran didin û ev agahî da: "Di 25'ê Gulanê de, 17 karkerên kanê yên li rojavayê Azerbaycanê, ji ber ku derxistina xwe ya ji kar protesto dikirin, bi cezayê qemçîkirinê hatin cezakirin. 150 caran qemçî li van karkeran hat xistin. Piştî vê cezakirina biçûkxistinê, karkerekî întixar kir. Xwendekarên mezûniyeta xwe pîroz kirin jî, ji aliyê polîsên exlaqê ve bi barbarî bi cezayê qemçîkirinê hatin cezakirin. Li herêma Qazvîn a li bakurê Îranê, zêdeyî 30 xwendekarên qedandina dibistanê pîroz kirin, bi sûcdariya 'exlaqa Komara Îslamî ya Îranê binpê kirine' hatin sûcdarkirin û cezayê '99 caran bên qemçîkirin', li wan hat birîn."

Kakabaveh bal kişand ser zext û êrîşên li girtîgehên Îranê li girtiyan tê kirin û bibîr xist, gelek pêşengên karkeran û girtiyên siyasî yên li girtîgehan tên ragirtin, li dijî van pêkanînên li hemberî mirovahiyê ketine grevên birçîbûnê.

ŞÎDETA ZAYENDÎ Û QANÛNÊN ŞERÎ YÊN LI DIJÎ JINAN

Di pêşnûmeyê de hat ragihandin, ji lîderên Federasyona Karkerên Azad a Îranê Jafar Azîmzade, bi sûcdariya 'xwepêşandanên protestoyî birêxistin kiriye' hatiye girtin, 6 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û zêdeyî mehek e di greva birçîbûnê de ye. Di pêşnûmeyê de li ser binpêkirina mafên mirovan a li Îranê ev agahî hat dayîn:

"Rejîma Îranê bi rengekî bêrehm êrîşî temamiya mûxalefeta li welêt dike. Lîderên karkeran digire û rêxistinbûyîna karkeran a li sendîkayên azad, qedexe dike. Li hemberî jinan qanûnên şerî û apartheîd ên zayendî, tên meşandin. Li girtîgehên ku bi girtiyên siyasî û edlî dagirtî ne, girtî di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê de tên ragirtin. Li gorî nifûsa xwe, welatê herî zêde îdam lê tê kirin e. Zexteke giran a nîjadperestî li hindikahiyên neteweyî û olî tê kirin. Nîjadperestiya zayendî li jinan tê kirin. Zext li kesên LGBT'î tê kirin û ji ber tercîha wan a zayendî tên kuştin."

Kakabaveh ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî, ku di hevdîtina çend roj berê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevat Zarîf a li Stockholmê de, mijara binpêkirina mafên mirovan xistiye rojevê ya na?

BILA ROJNAMEVANÊ GIRTÎ KABOÛDVAND BÊ BERDAN

Li aliyê din, komek ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ku PDK a Îranê jî di nav de hebû, ji bo şermezarkirina zext û êrîşên li hemberî girtiyên siyasî yên li Îranê û serbestberdana rojnamevan Mohammed Seddîgh Kaboûdvand ê ji 8'ê Gulanê û vir ve di greva birçîbûnê de ye, xwepêşandanek lidar xistin.

Rêxistinan diyar kirin, Kaboûdvand di nava 9 salên ragirtinê de bi gelek nexweşiyan ketiye û ji hikûmeta Swêdê û rêxistinên mafên mirovan xwestin, ji bo serbestbedana Kaboûdvand bikevin nava hewldanan.

Sekreterê Giştî yê PDK Îranê Khalid Azîzî, ji bo serbestberdana Kaboûdvand ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon, Serokê Konseya Ewropayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rojnamevanên Sînornenas û Hikûmeta Swêdê re name şand.

...