Kampanya hilbijartina Serokkomariya Fransayê destpê kir
Namzetê Front de gauche "Eniya Çep" Jean-Luc Melenchon ji bo hilbijartina serokkomariyê ya 2017'an dest bi mîtîngên hilbijartinê kir.
Namzetê Front de gauche "Eniya Çep" Jean-Luc Melenchon ji bo hilbijartina serokkomariyê ya 2017'an dest bi mîtîngên hilbijartinê kir.
Jean-Luc Melenchon ê ji bo hilbijartina serokkomariyê bû namzet, mîtînga xwe ya destpêkê li meydana Stalîngrad a Parîsê pêk anî. Di mîtînga ku tevgera 'Yên serî natewînin' derket pêş de, Kurdistanî jî lê amade bûn. Ciwanê Azad Parîs û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) beşdarî mîtîngê bû. Gelek sendîka û rêxistinên civaka sivîl destek dan mîtîngê.
Di mîtîngê de bal hat kişandin ser berxwedan û grevên li dijî qanûna nû ya kar û nûnerên sendîkayên tevlî grevê bûne, rêxistinên civaka sivîl ên li dijî qanûna nû ya kar û komeleyan yek bi yek li ser dikê beşdar silav kirin. Kurdistaniyan di çalakiyê de alên PKK, YPJ û HDP'ê hilgirtin.
Jean-Luc Melenchon di axaftina xwe ya li vir de kesên destekê didin wî silav kir û anî ziman, partiya wî li dijî her şêwe şîdetê ye. Melechon "qanûna kar" rexne kir û diyar kir, ev qanûn jiyana komun ji holê radike û koledariyê dike qanûn.
Melenchon her wiha dijberên santrala nukleerî û milîtanên hawirdorparêziyê jî silav kir.
Melenchon gelek caran bilêv kir, ku divê kiryarên qetilkirina 3 jinên şoreşger ên li Parîsê bên dîtin, Abdullah Ocalan serbest were berdan û PKK ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.