Erebîstana Siûdî, ku tevî şerê navxweyî yê li Yemenê bûye û rê li ber mirina bi sedan zarokan vekiriye, zexteke giran li Neteweyên Yekbûyî dike. Hatibû ragihandin, ku ji sedî 60 ê sedema mirina zarokên ev salek e li Yemenê tên qetilkirin, êrîşên koalîsyona welatên Kendavê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ye. Neteweyen Yekbûyî di hefteya derbasbûyî de navê vê koalîsyonê li lîsteya reş bi cih kir, lê ji ber zextên Erebîstana Siûdî û hevdîtinên hatin kirin, navê Siûdiyan bi awayekî demî ji vê lîsteyê hat derxistin.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dûjarrîc da xuyakirin, ku naveroka rapora li ser sûcên li herêma şer li dijî zarokan hatiye kirin wê neyê guhertin, lê belê formata ku Siûdiyan bi komên terorîst re di nava heman komê de nîşan dide, dikare bê guhertin.
Di rapora Neteweyên Yekbûyî de hatibû ragihandin ku par di şer û bomberdûmana li Yemenê de 785 zarokan jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 60 ê berpirsyariya vî sûcê, di stuyê Erebîstana Siûdî de ye. Tevî Siûdiyan, Sûdan, Sûriye Afganîstanê cih ji komkujiyên li hemberî zarokan ên li 14 welatan hatibû veqetandin.