Sira 'Bajarê Winda' yê li binê Derya Iyonê eşkere bû
Sira herêma li peravên girava Zakîntos a Derya Iyon a Yewnanîstanê, ku di sala 2013'an de hat dîtin û weke 'Bajarê Winda' yê li binê deryayê hat pênasekirin, eşkere bû.
Sira herêma li peravên girava Zakîntos a Derya Iyon a Yewnanîstanê, ku di sala 2013'an de hat dîtin û weke 'Bajarê Winda' yê li binê deryayê hat pênasekirin, eşkere bû.
Sira herêma li peravên girava Zakîntos a Derya Iyon a Yewnanîstanê, ku di sala 2013'an de hat dîtin û weke 'Bajarê Winda' yê li binê deryayê hat pênasekirin, eşkere bû. Di encama lêkolînan de derket holê ku ev herêm bi berhevbûna elementên xwezayî ava bûye.
Di encama lêkolîna zanyarên Zanîngeha Atîna û zanyarên Îngilîz de eşkere bû, ku ev avayî û berhemên dihat texmînkirin berê hatine çêkirin, avahiyê xwezayî ye, ku bi bandora avê çêbûne.
Li gorî lêkolîna di kovara zanistiyê ya bi navê Marîne and Petroleûm Geology de hat weşandin, ev cihê di nava sê salên dawî de weke 'Bajarê Winda' tê binavkirin, bi berhevbûna madeyên xwezayî yên li binê deryayê derketiye holê. Li gorî vê yekê, bi mîlyonan bakteriyên ji ber qelişîna erdê binê deryayê bi saya gazan derketine holê, bûne sedema çîmentoyekî xwezayî.
Ji lêkolîneran Jûlîan Andrews da xuyakirin, ku di encama lêkolînên wan de derket holê, ev avayî bermayiyên avayiyên hatine çêkirin nînin û li vê derê şopa jiyaneke rojane nehatiye dîtin. Li gorî encamên lêkolînê; di rastiyê de bajarekî bi vî rengî yê winda tine ye û li binê deryayê dolomît a mîneral-karbonat ku ji kalsiyûm û magnezyûmê pêk tê derketiye holê û vê madeyê ev avayiyên xuya dikin, afirandiye.
Her wiha hat tespîtkirin ku ev avayiyên li binê deryayê beriya 3 heta 5 mîlyon salî çêbûne.