Di teşxîs û tedawiya kanserê de bandora testa xwînê

Li gorî lêkolîneke pêşkêşî konferansa bi navê American Society of Clinical Oncology a li bajarê Chîcago yê DYA hat kirin, di teşxîsa kanserê de testên xwînê ji analîzên tevînekê bêhtir bi kêrhatî ne.

Li gorî lêkolîneke pêşkêşî konferansa bi navê American Society of Clinical Oncology a li bajarê Chîcago yê DYA hat kirin, di teşxîsa kanserê de testên xwînê ji analîzên tevînekê bêhtir bi kêrhatî ne.

Ev yek jî derfetan dafirîne ku tedawiya kanserê hîn bi lez û bi bandor were kirin.

Di çarçoveya lêkolînê de mînakên ji 50 tumorên cuda yên kanserê yên 15 hezar nexweşan hatin lêkolînkirin. Ji tumorên di asta xeternak de bûn, ji sedî 37 tumorên pişikê, ji sedî 14 tumorên sîngê û ji sedî 10 jî tumorên rê li ber kansera kolonê vedikin bûn.

Di encama lêkolînan de derket holê, rizandin û cihêrengbûna di testên xwînê de hatin dîtin, bi qasî testîn biyopsî yên li tevînekên tumorê tên kirin, encamên xurt derdixînin holê.

Di lêkolînê de hat ragihandin, bi lêkolînkirina DNA yên di nava xwînê de digerin, dikare rewşa nexwşiya kanserê bêhtir bê şopandin û hat destnîşankirin, ku bi testa xwînê re ev kar bi hêsanî dikare were kirin. Tê gotin, bi saya vê yekê, wê tedawiya tumoran jî hîn bêhtir bi lez û hêsan were kirin.