Rûsya: Çek dikare bi çavdêrên OSCE re hebe

Rûsyayê da xuyakirin, ew ê destûrê bide çavdêrên OSCE ên li Ûkraynayê dixebite bi çekê bigerin.

Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov diyar kir, ew ê li dij dernekevin, ku çavdêrên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê (OSCE) ên li rojhilatê Ûkraynayê agirbestê dişopînin, bi çekê bigerin. Lavrov ji qenala Rossiya re axivî û da xuyakirin, ku ew ê destûrê bidin çavdêrên OSCE'yê ji bo 'parastina xwe' debanceyê bi xwe re bigerînin.

Lavrov ji bo daxwaza wezîfedarên OSCE'yê ya beriya hilbijartinên 24'ê Tîrmehê ya li herêma Donbassê kontrolkirina sînor got, ew ê vê daxwazê qebûl nekin.

Li herêma Donbassê de, ku piraniya şêniyên wê Rûs in, di şerê Nîsana 2014'an destpê kir de 9 hezar 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hikûmeta Ûkrayna ya pişta xwe dispêre cîhana rojava îdîa dike, ku Rûsya alîkariya leşkerî dide milîtanên li herêma Donbassê, ku 'komara gel' lê ragihandine.