CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYA nema bombeya mîsketan difiroşe Siûdiyan
Hat ragihandin DYA wê êdî bombeya mîsketan nefiroşe Erebîstana Siûdî, ku di şerê navxweyî yê li Yemenê de Siûdiyan bi sedan sivîl qetilk kirin. -
Mîrateya dîrokî ya Romayê wê bi bexşan bê restorekirin
Li Romayê, ku yek ji bajarên herî dîrokî yên cîhanê ye, bi hezaran avahî, cih û bîrdariyên dîrokî ji ber nebûna pereyan nayên restorekirin. Ji bo lênihêrîn û restorasyona van berhemên dîrokî, kampanya bexşan hat destpêkirin. -
Li Elmanyayê êrîşên li hemberî penaberan zêde dibin
Li Elmanyayê, ku hejmara penaberan di salên dawî de zêde bûye, êrîşên rastgiran ên li hemberî penaberan jî gihaştiye asteke xeternak. -
Doza Plana Condor: Tevî dîktator Bîgnone 15 leşker mehkûm bûn
Li 15 leşkerên Arjantînî ku navê wan di Plana Condor de derbas dibûn, cezayê girtîgehê hat birîn. Di çarçoveya vê planê de, li Başûrê Amerîkayê di salên 1970 û 80'yî de zêdeyî sed mûxalîfên li dijî dîktatoriyê derketibûn hatibûn qetilkirin. -
Li dûvstêrkê glîsîn û fosfor hatin dîtin
Maşîneya fezayî Rosetta ya ji aliyê Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) ve hat şandin û li dora dûvstêrka 67P/Churyumov-Gerasimenko lêkolînan dike, dane û agahiyên balkêş bi dest xist. -
Ronahiya kesk êşa mîgrenê kêm dike
Li gorî lêkolîneke zanyaran, ronahiyên spî, şîn û sor êşa mîgrenê giran dike, lê ronahiya kesk vê êşê kêm dike. -
UNICEF: Li Gûatemalayê 50 hezar zarok û jin bûne qurbanê fûhûşê
Li gorî rapora ji aliyê UNICEF'ê ve hat amadekirin, piraniya wan zarok bi qasî 50 hezar kes li Gûatemalayê di nava lepên çeteyên fûhûşê de ne. -
Li Marsê tsûnamiya ji 50 metreyî
Hat tespîtkirin, di serdemên antîk ên Marsê de ku hingî av li ser rûyê erdê hebû, pêlên avê yên bi 50 metreyî bilind, li peravan radibûn. -
Elmanya: Ji DAIŞ'ê tê êrîşî Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê bike
Hişyarî tên dayîn, ku Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 10'ê Hezîranê li Fransayê destpê dike, bibe hedefa êrîşên DAIŞ'ê. Elmanyayê di vî warî de hişyarî da. -
Li ser mafên xebatkarên rêyên hesinî yên Fransayê lihevkirin nebû
Di hevdîtinên navbera şîrketa rêyên hesinî ya Fransayê SNCF û sendîkayên karkeran de, encamek derneket. Di êvara 31'ê Gulanê de wê grev destpê bike. -
Eger Trûmp qezenc bike wê Peymana Avhewayê betal bike
Donald Trûmp ku ji bo bibe namzetê Partiya Komarparêzan bi tenê erêkirina konvansiyona partiyê divê, da xuyakirin ku eger bê hilbijartin ew ê Peymana Avhewayê ya ku rêveberiya Obama piştî civîna bilind a COP21 îmze kir, betal bike. -
Fransayê beriya Google avêtiye ser McDonalds'ê
Derket holê, Fransayê beriya şîrketa Google, ji ber revandina bacê avêtiye ser McDonaldsê. -
Civîna Bilind a G7 li Ise-Shîma dewam dike
Civîna Bilind a G7'an, li bajarê Ise-Shîma yê Japonyayê dewam dike. Di roja destpêkê ya civîna bilind de tevî mijarên aboriyê, koçberî û têkoşîna li hemberî terorîzmê jî ket rojevê. -
Li kampa Calaîsê şer derket: 24 kes birîndar bûn
Li kampa Calaîsê, ku bi hezaran penaberên dixwazin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin lê ne, di navbera penaberan û polîsan de şer derket. -
Li Derya Spî dîsa dirama koçberan: Bi dehan kes windane
Piştî drama koçberan a duh di navbera Îtalya û Lîbyayê de, îro jî keştiya ku koçber têde bûn noqî avê bû. Yekîneyên ewlekariya Îtalyayê diyar kirin ku nêzî 90 koçber rizgar kirin. -
Trûmp ji bo namzetiyê gihişt hêjmara delegeyan
Ji bo hilbijartina Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihdin ku ji bo Komariyan di hilbijartina pêşî de Danald Trûmp tenê mabû ku bibe namzet, gihişte jimara delegeyan. -
Li Fransa berxwedana li dijî hikumetê dewam dikin
Li dijî Qanûna Karkirinê tevî hemû neraziyan jî hikûmeta Partiya Sosyalîs (PS) bên ku bixîne dengdanê er ê kirin,bû sedema ku îro jî li dehan bajaran çalakî hatin lidarxisin. -
Partiya Çep a Swêdê: Tirkiye ber bi dîktatortiyê ve diçe
Parlamenterê Partiya Çep ê Swêdê û Berdevkê Polîtîkayên Derve Hans Lînde got Erdoganê ku gav bi gav demokrasiyê ji holê radike, Tirkiyeyê ber bi dîktatortiyek nû dibe. -
G7 di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de destpê dike
Civîna bilind a G7'an, ku 7 welatên ji aliyê aboriyê ve li pêş in endamê wê ne, îro li Japonyayê destpê dike. -
Li Belçîkayê pêşî li êrîşeke nû hat girtin
Li Belçîkayê, ku 32 kes di meha Adarê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, têg otin ku pêşî li êrîşeke nû hatiye girtin. -
NY banga qedandina îdamên komî li Hamasê kir
Biryar hat dayîn, li Şerîda Gazzeyê ya di bin kontrola Hamasê de ye, gelek girtî li pêş çavênn gel bên îdamkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) nerazîbûn nîşanî vê da. -
Li Fransayê piştî petrolê li santralên nukleerî jî grevê destpê kir
Greva li parzûngehên petrolê yên li Fransayê rê li ber pirsgirêkeke giran a sotemeniyê vekir. Li santralên nukleerî jî, ku çavkaniya yekemîn a elektrîka vî welatî ye, grevê destpê kir. -
Anketên Brexit: Li Brîtanyayê hejmara mirovên bêbiryar hînê gelek e
Karê propagandayê yê li ser referandûma têkildarî endametiya Brîtanyayê ya Yekîtiya Ewropayê, dewam dike. Li gorî anketan, ev demeke dirêj de dijberên Yekîtiya Ewropayê her li pêş in. -
Elmanya dixwaze danekirinên li hemberî Rûsyayê bên rakirin
Ji bo pêşî li xisarên aborî were girtin, Elmanya dixwaze danekirinên aboriyê yên li hemberî Rûsyayê werin rakirin. -
Di nava 2 rojan de li peravên Lîbyayê 6 hezar penaber hatin rizgarkirin
Keştiyên di çarçoveya operasyona Frontex û Sophia de tevdigerin, di roja dawî de zêdeyî 3 hezar penaber rizgar kirin.