G7 di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de destpê dike

Civîna bilind a G7'an, ku 7 welatên ji aliyê aboriyê ve li pêş in endamê wê ne, îro li Japonyayê destpê dike.

Civîna bilind wê di nava tedbîrên tund ên ewlekariyê de were ldiarxistin. Rojeva civîna bilind jî mijarên; şerê li Sûriyeyê, penaber, 'teror' û avhewa ye.

Ji bo ewlekariya civîna bilind a li Ise-Shîma ya li herêma Mîe ya Japonyayê, 23 hezar polîs hatin wezîfedarkirin. Di serdana Serokê DYA Barack Obama ya li Hîroşîma de wê 5 hezar polîs wezîfeyê bikin. Ji ber civîna bilind, li paytext Tokyoyê jî ku 300 km dûrî cihê civînê ye, 19 hezar polîs ketin nava tevgerê.

Civîn wê sibe bi dawî bibe. Barack Obama jî wê bibe yekem Serokdewletê DYA ku di dema wezîfeya xwe de Hîroşîma ziyaret dike.

Civîna bilind a G7 bi beşdariya DYA, Brîtanya Mezin, Îtalya, Elmanya, Kanada, Fransa û Japonyayê, di navbera salên 1997-2014'an de bi beşdariya Rûsyayê weke G8 dihat lidarxistin. Ji ber rola di şerê li Ûkraynayê de û tevlîkirina nîvgirava Qirimê li nava xwe, Rûsya ji bo demekê ji civîna bilind a dûrxistin.