Namzetê Partiya Komarparêzan Donald Trûmp li bajarê Bîsmarck ê li Bakurê Dakota axivî û diyar kir, ji bo pêşî li bindestiya enerjiyê ya DYA were girtin, ew ê Peymana Avhewayê ya COP21'ê betal bike.
Trûmp îdîa kir, ku 'serxwebûna enerjiyê' ya DYA bi hilberîna petrolê ve girêdayî ye û got, di rewşeke berevajî de ew ê neçarî petrola Rojhilata Navîn bimînin. Trûmp her wiha îdîa kir ku eger namzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton were hilbijartin wê her tişt 'nebaş' bibe.
Donald Trûmp soz da, ku ew ê projeya enerjiyê ya bi navê Keystone XL a di meha Mijdarê de ji aliyê Barack Obama ve ji holê hat rakirin, bixe meriyetê. Li gorî projeya Keystone XL, ji bo petrola teht a li Kanadayê tê derxistin bigihêje DYA, wê xeteke dirêj a lûleyê were çêkirin.
Li gorî Peymana Avhewayê jî, ji bo germaniya global li gorî rêjeya sedsala 19'an di asta 2 pileyên zêde de bê ragirtin, divê ji sala 2020'an û pê ve her sal 100 mîlyar dolar alîkarî ji welatên xizan re were kirin.