Li Belçîkayê pêşî li êrîşeke nû hat girtin
Li Belçîkayê, ku 32 kes di meha Adarê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, têg otin ku pêşî li êrîşeke nû hatiye girtin.
Li Belçîkayê, ku 32 kes di meha Adarê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, têg otin ku pêşî li êrîşeke nû hatiye girtin.
Hat ragihandin, di operasyonên li bajarê Anversê de 4 kesên têkiliya xwe bi çeteyên li Sûriye û Lîbyayê hene û hewl didan endaman ji DAIŞ'ê re peyda bikin, hatin girtin.
Di daxuyaniya Dozgeriya Federal de hat ragihandin, di serdegirtinên li bajarê Anversê de 4 kes hatine binçavkirin û 2 ji van hatine giritn. Hat gotin, her du kesên din jî wê bi şertê kontrola edlî werin berdan.
Dozgeriyê da zanîn, ku kesên hatin girtin, kêm ma bû tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibin û dibe ku amadekariya êrîşekê dikirin.
Têkiliya van kesên hatin girtin bi hucreya di 22'ê Adarê de komkujî pêk anî, hînê nehatiye tespîtkirin.