Elmanya: Ji DAIŞ'ê tê êrîşî Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê bike

Hişyarî tên dayîn, ku Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 10'ê Hezîranê li Fransayê destpê dike, bibe hedefa êrîşên DAIŞ'ê. Elmanyayê di vî warî de hişyarî da.

Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal a Elman (BfV) Hans-Georg Maassen diyar kir, agahî li ber destê wan hene ku wê DAIŞ şampiyoniya li Fransayê bê lidarxistin hedef bigire.

Maassen ji rojnameya Rheînîsche Post re axivî û got, "Em dizanin, DAIŞ'ê Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ji xwe re kiriye hedef." Maassen da xuyakirin ku wan heta niha planeke zelal a di vî warî de tespît nekirin, lê fikar hene El Qaîde û baskê wê yê li Sûriyeyê El Nûsra li welatên rojava êrîşan bikin. Maassen îdîa kir, ku DAIŞ'ê ji hin komên li Ewropayê xwestiye êrîşê bikin.

Serokê BfV Hans-Georg Maassen da xuyakirin, ku ji bo planên êrîşa li Ewropayê dibe ku çete torên medya civakî yên weke WhatsApp bi kar tînin û anî ziman, di vî warî de pêwîstî bi hevkariyeke xurt a bi Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) heye.

Hişyariyên bi heman rengî beriya niha ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya li Fransayê ve jî hatibûn kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê di dîmenekî propagandayê yê bi rêya Twitterê weşandî de bang kiribûn, ku di meha Remezanê ya li dema şampiyonayê rast tê, komkujî were kirin.