Li gorî anketa dawî ya ji aliyê şîrketa BMG Research ve hat kirin, rêjeya alîgirên derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexit) ji sedî 45 e. Rêjeya alîgirên mayîna Brîtanya li nava Yekîtiya Ewropayê jî ji sedî 44 e. Ji sedî 11 ê hlibijêran jî hînê biryara xwe nedane.
Anket di navbera 20-25'ê Gulanê de bi rêya înternetê hat kirin û 1.638 kes tevlî bûn.
Li gorî anketeke din a ji aliyê Survation ve roja 24'ê Gulanê bi rêya telefonê hat kirin, ji sedî 44 ê gel dixwaze di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin. Ji sedî 38 jî dixwazin ji yekîtiyê derkevin. Li gorî heman anketê ji sedî 18 ê hilbijêran bêbiryar in.
Di anketa ICM a 20-22'ê Gulanê de rêjeya dijber û alîgiran wekhev ji sedî 45 bû. Di anketa YouGov a 23-24'ê Gulanê de jî rêjeya her du aliyan ji sedî 41 bû.
Di piraniya anketên meha Gulanê de rêjeya mirovên bêbiryar di navbera ji sedî 12 heta 21 de, hat tespîtkirin.