Civîna Bilind a G7 li Ise-Shîma dewam dike

Civîna Bilind a G7'an, li bajarê Ise-Shîma yê Japonyayê dewam dike. Di roja destpêkê ya civîna bilind de tevî mijarên aboriyê, koçberî û têkoşîna li hemberî terorîzmê jî ket rojevê.

Serokê DYA Barack Obama di axaftina xwe ya li civîna bilind de diyar kir, bi çek bûyîna nukleerî mîna dema şerê sar zêde nîne, lê belê karesatên nukleerî hînê di bîra mirovan de ne. Obama işaret bi Hîroşîma kir ku wê îro ziyaret bike û xwest, rîska şerê nukleerî girîng bê dîtin. Obama da xuyakirin, ku ew ê ji ber qetilkirina 140 hezar mirovan a bi bikaranîna bombeya atomê ya li Hîroşîma, lêborînê nexwaze.

Di mijarên aboriyê yên li civîna bilind tên nîqaşkirin de, nêrînên Japonya û Îtalya yên ji Elmanya û Brîtanya Mezin cuda, derketin pêş. Japonya û Îtalya dixwazin dewlet hîn bêhtir budçeyê xerç bikin, lê Elmanay û Brîtanya alîgirê teserûfê ne.

Di civîna bilind a G7 de Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande xwest, giranî ji têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst bi taybetî DAIŞ'ê û çavkaniyên fînansmana wan, bê dayîn.

Mijareke din a girîng a civîna bilind pirsgirêka koç û penaberiyê ye. Di nîqaşên bi însiyatîfa Elmanyayê hatin kirin de hat ragihandin, pirsgirêka penaberiyê pirsgirêkeke global e.

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk ku li ser navê Yekîtiya Ewropayê tevlî civîna bilind bû, anî ziman ku ev krîz ne tenê krîza parzemîna wan e. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel jî, ji bo welatên penaberan pêşwazî dikin, banga zêdekirina alîkariyê kir.

Di civîna bilind a G7 de, doza ku Komara Gel a Çînê li ser hin giravên li başûr û Derya Çînê ya Rojhilat daxwaza maf dike, hat rojevê. Ev yek di navbera Çîn û Japonyayê de rê li ber pirsgirêkên dîplomatîk vedike.