DYA nema bombeya mîsketan difiroşe Siûdiyan

Hat ragihandin DYA wê êdî bombeya mîsketan nefiroşe Erebîstana Siûdî, ku di şerê navxweyî yê li Yemenê de Siûdiyan bi sedan sivîl qetilk kirin.

Di nûçeya kovara Foreîgn Polîcy de hat ragihandin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), firotina bombeya mîsketê 'Cluster munition' a ji Siûdiyan re sekinandiye. Li gorî kovarê, di encama zexta endamên kongreyê û parêzvanên mafên mirovan de Qesra Spî biryar daye firotina bombeya mîsketê ya ji bo Siûdiyan bisekinîne.

Rayedarekî Amerîkî der barê mijarê de bersiv da pirsên AFP'ê û anî ziman, ku tê zanîn Erebîstana Siûdî ya tevlî şerê navxweyî yê li Yemenê bûye, bombeya mîsketê avêtiye herêmên sivîl lê ne.

Erebîstana Siûdî ji Adara par û vir ve di nava şerê navxweyî yê li Yemenê de cih digire. Li hemberî milîsên Hûsî yên Şîa, ku di Adara 2015'an de paytext Sanaa bi dest xistin, bi pêşengiya Siûdiyan koalîsyona Ereb hatibû avakirin û DYA jî destek dabû vê koalîsyonê.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di nava sala dawî ya şerê navxweyî yê li Yemenê de bi qasî 7 hezar kes mirin e, 30 hezar kes birîndar bûne. Her wiha 2,8 mîlyon mirov jî ji ber şerê navxweyî ji cih û warên xwe bûn.