Di nava 2 rojan de li peravên Lîbyayê 6 hezar penaber hatin rizgarkirin
Keştiyên di çarçoveya operasyona Frontex û Sophia de tevdigerin, di roja dawî de zêdeyî 3 hezar penaber rizgar kirin.
Keştiyên di çarçoveya operasyona Frontex û Sophia de tevdigerin, di roja dawî de zêdeyî 3 hezar penaber rizgar kirin.
Hat ragihandin, penaberên bi 23 bot û keştiyên biçûk ji Lîbyayê bi rê ketin, li Derya Spî ji aliyê keştiyan ve hatin rizgarkirin.
Bi penaberên roja Duşemê hatin rizgarkirin re hat gotin, hejmara penaberên di nava 48 saetan de gihaştin Îtalyayê herî kêm 5 hezar 600 e. Agahî nehat dayîn ku ev penaber ji kîjan welatî ne. Tê texmînkirin, ku ev penaber bi giranî ji welatên Afrîkayê hatine.
Rayedarên Îtalyayî diyar kirin, bi germbûna hewayê re tevgera li Derya Spî zêde bûye.
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka vê salê ve hejmara penaberên hatine Îtalyayê 34 hezar e. Bi penaberên di du rojên dawî de hatin re ev hejmar gihîştiye 40 hezarî.