Li bajarê Romayê ku 12 mîlyar euro deynê xwe heye, ji bo lênihêrîn û tamîrkirina zêdeyî hezar berhemên dîrokî û tûrîstîk, pêwîstî bi 500 mîlyon euro heye. Şaredariya bajêr, ji bo vî karî kampanyayeke bexşê ya berfireh da destpêkirin.
Şaredarê demî Francesco Paolo Tronca bang li gel kir û got, ji bo bedewiya Romayê weke referansekê ji tevahiya cîhanê re bimîne, pêwîstî bi alîkariyê heye.
Nûnerê Taybet ê ji Mîrateya Çanda Romayê Berpirsyar Claûdîo Parîsî Presîcce jî diyar ir, di serî de Forûm Romanûm û Cîrcûs Maxîmûs divê bi sedan berhemên dîrokî yên ji serdema Romayê mane werin rizgarkirin. Presîcce ragihand, bi giştî 574 cihên arkeolojîk, 400 kanî, 5 meydanên dîrokî û 900 dêr ji bo tamîrkirin û lênihêrînê hatine hilbijartin.
Armanc ew e, tevî şêniyên Romayê, şîrketên ji sektorên taybet ên beriya niha restorasyona berhemên dîrokî fînanse kiribûn, beşdarî kampanyayê bibin. Her wiha tê xwestin, bi mîlyonan tûrîsên bajêr ziyaret dikin, bexşê bikin.