Elmanya dixwaze danekirinên li hemberî Rûsyayê bên rakirin
Ji bo pêşî li xisarên aborî were girtin, Elmanya dixwaze danekirinên aboriyê yên li hemberî Rûsyayê werin rakirin.
Ji bo pêşî li xisarên aborî were girtin, Elmanya dixwaze danekirinên aboriyê yên li hemberî Rûsyayê werin rakirin.
Ji ber danekirinên Yekîtiya Ewropayê, têkiliyên bazirganiyê yên navbera Rûsya û Elmanyayê, di nava du salên dawî de bi deh mîlyaran Euroyî derb xwarin. Hikûmeta Elman, ji bo pêşî li xisarên aboriyê yên danekirinan afirandine bigire, li rê û rêbazên nermkirina têkiliyan digere.
Wezîrê Enerjî û Aboriyê ya Federal Sîgmar Gabrîel li duyemîn çalakiya Roja Rûsya ya li bajarê Rostockê axivî û careke din got, 'nabe ku danekirinên li hemberî Rûsyayê herdemî bin'. Gabrîel got, "Em hemû ji tecrûbeyên xwe dizanin, ku îzolasyona daîmî kêrhatî nîne. Di dawiya dawî de ya kêrhatî diyalog e." Gabrîel destnîşan kir ku divê têkilî bên normalkirin.
Sîgmar Gabrîel da xuyakirin, ku ji bo asayîbûna têkiliyan, divê şertên ji bo çareseriya pisrgirêka Ûkraynayê li paytexta Rûsya Spî Mînskê li ser li hev hat kirin bi cih werin anîn. Gabrîel ragihand, di destpêkê de bi guhertina qanûna hilbijartinê ya li Ûkraynayê û şopandina hilbijartinê ya ji aliyê çavdêrên OSCE ve, dikare hin danekirinan rake û anî ziman, ku ev yek nayê wateya qebûlkirina her polîtîkaya Rûsyayê.
Wezîrê Pîşesaziyê yê Rûsyayê Denîs Mantûrov di Roja Rûsyayê de beriya Gabrîel axivî û banga başkirina têkiliyên herdu aliyan kir.
JI 77 MÎLYARAN DAKET 52 MÎLYAR EUROYÎ
Yekîtiya Ewropayê di sala 2014'an de li hemberî Rûsyayê biryara danekirinê wergirt û di vê çarçoveyê de ambargo li ser Rûsyayê hatibû ferzkirin.
Di navbera Elmanya û Rûsyayê de hatineyên bazirganiyê yên sala 2013'an 77 mîlyar euro bû. Lê bi destpêkirina danekirinê re ev yek di sala 2014'an de daket 67 mîlyarî û di sala 2015'an de jî daket 52 mîlyar euroyî.