BI DÎMEN

Partiya Çep a Swêdê: Tirkiye ber bi dîktatortiyê ve diçe

Parlamenterê Partiya Çep ê Swêdê û Berdevkê Polîtîkayên Derve Hans Lînde got Erdoganê ku gav bi gav demokrasiyê ji holê radike, Tirkiyeyê ber bi dîktatortiyek nû dibe.

Parlamenterê Partiya Çep ê Swêdê û Berdevkê Polîtîkayên Derve Hans Lînde got Erdoganê ku gav bi gav demokrasiyê ji holê radike, Tirkiyeyê ber bi dîktatortiyek nû dibe.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Ayşe Goktepe, Seroka Federasyona Komaleyaên Elewiyan a Swêdê Nevîn Kamîlagaoglû, Berdevkê Polîtîkayên Derve yê Partiya Çep Hans Lînde û Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî di pêşendanê de operasyonên qirkirinê yên li hember HDP’ê û Kurdistanê, bêdengiya Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêdê şermezar kirin.

Di pêşendanê de pankar û dowîzên “Dest nede HDP’ê”, “PKK’ê ji lîsteya terorê derxe”, “Ji Aştiyê Re Erê” hatin rakirin, dirûşmeyên “HDP Gel E, Gel Li Vir E” “Têkoşîn Mezin Dibe, Faşîzm Têk Diçe” û “Erdogan Rawestînin” hatin berzkirin.

Lînde, got “Li ser Tirkiyeyê ewrên reş digerin” û got di hilbijartinên sala 2010’an wek çavdêrvan çûye Amedê, li wir dîtiye ku cih hatine hilweşandin, şewitandin, sivîl hatine qetilkirin û tevahî herêm kirine wek xirbeyan.

 ‘DEMOKRASÎ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN’

Lînde diyar kir ku ev çend roj in li Stenbolê bû, bi rojnamevanên serbixwe, akademisyen, rewşenbîr û keça Hrant Dînk re axiviye, ev çavdêriyên xwe anîn ziman:

Tevahî ji siberoja Tirkiyeyê bi fikar in. Ev dibin şahidê girtina hempîşeyên xwe, bêdengkirina mûxalîfan, zêdebûna şîdet û binpêkirina mafên mirovan. Bê ka Erdogan kîjan rê hilbijartiye pir eşkere ye. Demokrasî gav bi gav ji holê tê rakirin. Pir vekiriye ku Tirkiye ber bi dîktatoriyek nû ve diçe. Destpêkê êrîşî Kurd û aktîvîstên sivîl kirin. Dûv re jî gav bi gav tevahî mûxalîf krîmînalîze kirin.”

Li hemberî vê rewşê Lînde bang li Hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa kir ku li hember dewleta Tirk dest ji bêdengiyê berdin û binpêkirinan bixin rojevê.

 ‘EM QEBÛL NAKIN KU YEK WEKÎLÊN HDP’Î JÎ BÊ DARIZANDIN’

Lînde got êdî divê dawî li van binpêkirina mafan û darizandina rojnamevan û akademîsyenan were, got: “Em bi dengekî bilind û bi awayekî eşkere diyar dikin ku em qebûl nakin yek wekilên HDP’î jî bê darizandin.”

BAKSÎ: EGER LI HEMBER ERDOGAN HELWESTEK DERNEKEVE WÊ LI SERÊ CÎHANÊ BIBE BELA

Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî behse kiryarên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û meclîsê kir, got: “Li gor feraseta Erdogan Kurdbûyin sûc e. Niha li Tirkiyeyê têkîldarî mafên mirovan ti tişt nemaye. Rojnamevan tên girtin. Nîv mîlyon Kurd ji ser axên xwe hatin sirgûnkirin. Bi hezaran sivîl hatin qetilkirin. Artêşa Tirk jiyangehên li Kurdistanê hildiweşîne, dişewitîne.”

Baksî diyar kir ku cîhan û Yekîtiya Ewropa li hember vê zilma li ser Kurdan bêdeng in, got: “Divê her kes bizane, eger li hember Erdogan helwestek dernekeve û xwedîderketina mafên mirovan çênebe, wê Erdogan li serê Yekîtiya Ewropa û tevahî cîhanê bibe bela.”

 ‘TIRKIYE BER BI DÎKTATORTIYA TAM VE GAVÊ DAVÊJE’

Me ji wekîlê Partiya Çep Lotta Fornarve pirsî ku Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margo Wallstrom têkîldarî pirsa we ya têkîldarî rakirina destlênedanên HDP’ê ya ku we anîbû rojava parlamentoyê çi got.

Fornarve diyar kir ku ji Wallstrom xwestiye rakirina destlênedanên HDP’ê bi zimanekî zelal protesto bike, got: “Diviya bi awayekî zû û eşkere Wezîrê Karên Derve yê Swêdê li hember rakirina destlênedanên HDP’ê rabiba. Dewleta Tirk dixwaze bi vî şêweyî HDP’ê û tevahî mûxalefetê bêdeng bike û ber bi dîktatortiyek tam ve gavê davêje. Ez şerm dikim ku dewleta Swêdê ji bo penaberan rawestîne pereyan dide dewletek wisa. Em naxwazin Tirkiye bibe polîsê sînor ê Ewropayê û ji bo vê jî pereyan bigire.”

Fornarve got wê êrîşên li ser wekîlên HDP’ê her tim bixin rojava parlamentoyê, got: “Ji bo piştgiriya demokrasiyê, divê mijar di rojevê de bê girtin, cîhan li hember vê dengê xwe bilind bike û protesto bike.”