NY banga qedandina îdamên komî li Hamasê kir

Biryar hat dayîn, li Şerîda Gazzeyê ya di bin kontrola Hamasê de ye, gelek girtî li pêş çavênn gel bên îdamkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) nerazîbûn nîşanî vê da.

NY banga rawestandina îdaman li Hamasê kir û ji Serokdewlet Mahmûhd Abbas jî xwest moratoryûmê bixe meriyetê.

Serdozgerê Gazzeyê Îsmaîl Cabîr dabû xuyakirin, ku 13 kesên ji ber sûcên dizî û kuştinê bi cezayê îdamê hatine cezakirin, wê li pêş çavên gel werin darvekirin.

Koordînatorê Taybet ê NY ê Rojhilata Navîn Nîckolay Mladenov nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û ji Hamasê xwest, dev ji îdaman berde. Mladenov bibîr xist, ku li gorî qanûnên navneteweyî, cezayê îdamê li 'sûcên herî giran' tê birîn û destnîşan kir, ku divê darizandineke wekhev û bê alî were kirin.

Koordînatorê NY da xuyakirin, ku ne zelal e darizandina li Gazzeyê li gorî pîvanên navneteweyî ye.

Mladenov bang li Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas kir, ku têkildarî cezayên îdamê moratoryûmekê bixe meriyetê.

Nayê zanîn bê li ser banga NY wê Hamas dev ji îdaman berde yan na.