Di civîna sendîkayên, ku bi hezaran karkerên li 19 santralên nukleerî dixebitin de, biryar hat dayîn li hemberî Qanûna Kar a cihê nîqaşê ye, îro grev bê kirin. Bi pêşengiya konfederasyona sendîkayan CGT duh êvarê grevê destpê kir û li santralan bû sedema astengiyên li pêşiya hilberînê.
Di daxuyaniya şîrketa elwektrîkê ya EDF a cemaweriyê de hat îdîakirin, ku ji ber grevê wê di hilberînê de pirsgirêk derkevin, lê di belavokirina elektrîkê de wê pirsgirêk rû nede.
Li Fransayê ku 58 reaktorên li 19 santralên nukleerî heye, beriya niha hilberîn kêm bûbû, lê nebûbû sedema qutbûna elektrîkê.
Qanûna Kar a li Fransayê, ku ji meha Sibatê ve tê nîqaşkirin, li gelmeperiya welêt bi grevên mezin û çalakiyan tê protestokirin.