Li Elmanyayê êrîşên li hemberî penaberan zêde dibin
Li Elmanyayê, ku hejmara penaberan di salên dawî de zêde bûye, êrîşên rastgiran ên li hemberî penaberan jî gihaştiye asteke xeternak.
Li Elmanyayê, ku hejmara penaberan di salên dawî de zêde bûye, êrîşên rastgiran ên li hemberî penaberan jî gihaştiye asteke xeternak.
Wezîrê Karên Hundir ê Federal ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere ji rojnameyên Koma Funke Medya re peyivî û anî ziman, hejmara êrîşên devkî û fîzîkî yên li wargehên penaberan ji destpêka salê ve hatine kirin, 449 e.
De Maîzîere da xuyakirin, ku 45 ji êrîşên li hemberî wargehên penaberan bi rêbaza şewitandinê, 5 jî bi madeyên teqemeniyê hatine kirin.
Wezîr ragihand, li derveyî wargehan jî 654 caran sûc hatiye kirin û 107 ji van çalakiyên şîdetê ne.
Li Elmanyayê, êrîşên par ên li hemberî wargehên penaberan li gorî sala 2014'an bi 5 qatan zêde bû û weke hezar 31 caran hat tespîtkirin.