Li kampa Calaîsê şer derket: 24 kes birîndar bûn
Li kampa Calaîsê, ku bi hezaran penaberên dixwazin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin lê ne, di navbera penaberan û polîsan de şer derket.
Li kampa Calaîsê, ku bi hezaran penaberên dixwazin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin lê ne, di navbera penaberan û polîsan de şer derket.
Di vî şerî de herî kêm 20 penaber, polîsek û 3 xebatkarên dildar, birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Pas-de-Calaîs, li kampa penaberên Afgan û Somaliyî lê ne, di navbera penaberan û polîsan de şer derket. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li vê kampa Jûles Ferry, di dema belavkirina xwarinê de ji ber sedemeke ne diyar penaber bi hev ketine.
Hat gotin, piştî vî şerî gelek bereqe hatine şewitandin û yekîneyên jendermeyan bi dehan wesayîtan berê xwe dane cihê bûyerê. Ji bo qedandina bûyerê, jendermeyan bombeyên çavan dişewitînin, bi kar anîn.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê 20 penaber, 1 polîs û 3 wezîfedarên dildar ên alîkariyê birîndar bûn. Hat ragihandin, yek ji van kesan bi çekê birîndar bûye.
Li vê qada daristanî ya li nêzî bajarê Calaîsê, nêzî 4-5 hezar penaber dimînin û dixwazin ji Tunela Manşê yan jî Bendera Calaîsê derbasî Brîtanyayê bibin. Her sal bi dehan penaber, ji ber ku xwe bi pişt qemyonan ve digirin an jî hewl didin bi botan ji Derya Manşê derbas bibin, jiyana xwe ji dest didin.