CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şewata li Kanadayê qels dibe
Şewata li daristana Fort McMûrray a li herêma Alberta ya li Kanadayê dewam dike. Şewata ku di 1'ê Gulanê de destpê kir, qels dibe. -
El Nîno rê li ber gelek karesatan vedike
Pisporê avhewayê Erîc Gûîlyardî diyar kir, ziwayî, germbûna hewayê, şewata li daristana herêma Alberta ya Kanadayê pêwendiya xwe bi El Nîno heye. -
Li Çînê hezaz: Bi dehan kes winda ne
Hat ragihandin li Çînê, ji ber hezazê 35 kes winda bûne. -
Tê gotin, civînên li ser Sûriye û Lîbyayê wê li Viyanayê pêk werin
Çapemeniya Awûstûryayê îdîa kir, li ser çareseriya şerên navxweyî yên li Sûriye û Lîbyayê, wê bi beşdariya nûnerên 20 welatan li Viyanayê civîn bên lidarxistin. -
3 rojnamevanên Spanyayî yên li Sûriyeyê hatin revandin piştî 10 mehan azad bûn
Sê rojnamevanên Spanyayî yên berî 10 mehan li Sûriyeyê ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin, di dawiya dawî de hatin berdan. -
Li Derbasoka Brennerê çalakger û polîs bi hev ketin
Li dijî rêsandina têlan û ji nû ve destpêkirina kontrola li ser sînorê Awûstûrya û Îtalyayê, bi sedan çalakgerên çep xwepêşandanek lidar xistin. -
Gelo zarokên penaber li hucreyan tên ragirtin?
Li gorî rayedarên saziya alîkariyê ya bi navê Save the Children û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), zarokên penaber ên bi tena serê xwe hatine Yewnanîstanê li hucreyan tên ragirtin. -
Li DYA û Elmanyayê aborî mezin bibe, lê çîna navîn biçûk dibe
Li gorî encamên lêkolîna ji aliyê Estîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Elman (DIW), tevî ku aboriya li welêt mezin bûye û rêjeya bêkariyê kêm bûye jî 'çîna navîn' qelstir bûye. -
Serhengê darbekar ê Arjantînî wê bê radestkirin
Serhengekî di dema dîktatoriya salên 1976-83'an a li Arjantînê de navê wî bi sûcên li dijî mirovahiyê hat bilêvkirin, li Ekvadorê hat girtin. -
Sadiq Khan bû Şaredarê destpêkê yê Londonê yê Misilman
Di hilbijartinên roja Pêncşemê yên li Brîtanyayê de rewşeke nû rû da. Ji bo Serokatiya Şaredariya Londonê yekemcar Misilmanek hat hilbijartin. -
NY: Li herêmên DAIŞ lê bû 50 gorên komî hatin dîtin
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji Iraqê berpirsyar Jan Kubis agahî da Konseya Ewlekariyê û diyar kir, li Iraqê zêdeyî 50 gorên komî hatine dîtin. -
Reformên Hollande soza wan da lê nikarî pêk bîne
Serokkomarê Fransayê François Hollande, ku di 6'ê Gulana 2012'an de hat hilbijartin, nikarî rewşa nebaş a aboriyê biguherîne û li şûna kêmkirina rêjeya bêkaran, bi tenê li zêdebûna hejmara bêkaran temaşe kir. -
Li Bexdayê dîwar tên lêkirin
Bi tirs û fikara 'çalakiyên sivîl dikarin xwe bigihînin herêma kesk' polîsê Iraqê li dora gelek herêmên paytext Bexdayê dîwaran lê dikin. Yek ji deverên dîwar lê hat lêkirin Pira Komarê ye. -
Li dijî hikûmeta otorîter a Polonyayê tifaqa partiyên mûxalîf
Li Polonyayê, hikûmeta ku bi polîtîkayên xwe yên otorîter û dijberiya Yekîtiya Ewropayê rastî nerazîbûnan tê, partiyên mûxalîf tifaqek ava kirin. -
DYA: Em bi fikar in Talîban bi dahata xaşxaşê xurt bibe
DYA'yê ragihand, ji ber çandiniya zêde ya îsal a xaşxaşê ew bi fikar in çavkaniya fînansmanê ya Talîbanan zêde bibe. -
Masaiyî hewl didin qadên xwe yên jiyanê rizgar bikin
Li Kenyayê, ku bi qadên xwe yên jiyana xwezayî ve bala bi mîlyonan tûrîstan dikişîne, projeyên li dijî jiyana gelên xwecihî tên amadekirin û bi cih anîn. Ev projeyên li dijî gelan rastî nerazîbûnê tên. -
Li Kanadayê agirê gur nehatiye vemirandin
Li Kanadayê agirê ku beriya du rojan a li daristanên Eyaleta Albertê derketibûn, rê li ber ziyanekî mezin ê bajarê Fort McMûrrayê vekir. Heta vê gavê qadeke 7 hezar û 500 hektar û 2 hezar mal û kargeh şewitîne. -
Raportora PE: Ji bo welatiyên Tirkiyeyê, bê vîze Ewropa nepêkan e
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî da xuyakirin, ku ji bo dema nêz, Ewropayek bê vîze ji welatiyên Tirkiyeyê re nepêkan e. -
Zêdeyî 270 mîlyon hesabên E-Mail'ê hatin dizîn
Hat ragihandin, li gelemperiya cîhanê herî kêm 270 mîlyon hesabên E-Mail'ê hatine hackkirin. -
Jinan li Munchenê daxwaza edaletê kirin
Li bajarê Elmanya Munchenê bi daxwaza bicihhatina edaletê çalakî hat lidarxistin. -
Li Helebê agirbest!
Hat ragihandin, DYA û Rûsyayê li hev kirine ku Heleb jî tevlî agirbesta li Sûriyeyê were kirin. -
Gelê Elman naxwaze pêkanîna vîzeyê ji bo Tirkiyeyê bê rakirin
Li gorî lêkolînek li Elmanyayê, du ji sê kesan li dijî peymana bazirganiya serbest a bi DYA re hatiye kirin derdikevin. Her wiha ji sedî 60 ê gelê Elmanya, peymana bi Tirkiyeyê re li ser penaberan hatiye morkirin, red dike. -
Nerazîbûnên li hemberî biryara Komîsyona YE
Li nava Yekîtiya Ewropayê (YE) ku hewl dide bi peymana bi Tirkiyeyê re hatine penaberan kêm bike, nîqaşên li ser sîstema nû ya penaberiyê dewam dike. -
Êdî namzetê serokatiya DYA Trûmp bê hevrik e
Namzetê yekemîn ê serokatiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) mîsoger bû. -
Li Kongo êrîş: Herî kêm 16 sivîl hatin qetilkirin
Li Komara Kongo ya Demokratîk a Afrîka Navîn, di encama êrîşeke çekdarî ya li hemberî gundekî de herî kêm 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.