Raportora PE: Ji bo welatiyên Tirkiyeyê, bê vîze Ewropa nepêkan e
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî da xuyakirin, ku ji bo dema nêz, Ewropayek bê vîze ji welatiyên Tirkiyeyê re nepêkan e.
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî da xuyakirin, ku ji bo dema nêz, Ewropayek bê vîze ji welatiyên Tirkiyeyê re nepêkan e.
Raportora Parlamenta Ewropayê (PE) Katî Pîrî da xuyakirin, ku Tirkiye wê heta meha Tîrmehê 72 şertan nikaribe bi cih bîne. Pîrî diyar kir, divê qanûna 'têkoşîna li dijî terorê' ya heyî ya li Tirkiyeyê were guhertin û bibîr xist ku ji ber vê qanûnê, rojnamevanên Kurd jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin.
Katî Pîrî ji qenaleke televîzyonê ya Hollanadyê re axivî û destnîşan kir ku "qanûnên têkoşîna li dijî terorê yên Tirkiyeyê" li pêşiya demokratîkbûyînê asteng in.
Pîrî bibîr xist, rojnamevana Hollandî Frederîke Geerdînk jî di nav de gelek rojnamevanên Kurd ji ber vê qanûnê hatine binçavkirin.