El Nîno rê li ber gelek karesatan vedike
Pisporê avhewayê Erîc Gûîlyardî diyar kir, ziwayî, germbûna hewayê, şewata li daristana herêma Alberta ya Kanadayê pêwendiya xwe bi El Nîno heye.
Pisporê avhewayê Erîc Gûîlyardî diyar kir, ziwayî, germbûna hewayê, şewata li daristana herêma Alberta ya Kanadayê pêwendiya xwe bi El Nîno heye.
Pisporê avhewayê Erîc Gûîlyardî diyar kir, ziwayî, germbûna hewayê, şewata li daristana herêma Alberta ya Kanadayê pêwendiya xwe bi El Nîno heye.
Ji wezîfedarên Zanîngeha readîng a Îngilîstanê pisporê avhewayê Erîc Gûîlyardî ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re axivî û ragihand, El Nîno her sal aktîf e û sedema şewata daristanan, ziwayî û germbûna hewayê ye.
Gûîlyardî da xuyakirin, ku El Nîno rewşeke ne normal a li sîstema okyanûs-atmosferê ye û got, "Ev rewşa ne normal di navbera 3 û 7 salan de diqewime. Di nava şert û mercên asayî de ba, ava germ a li peravên Ekvador û Perûyê li Endonezya û li vê derê dide hev. Hin salan germahî li aliyê rojava kom dibe û berê ba jî dide aliyê din. Ev yek jî gavê germ dike. Ev jî El Nîno ye Germbûna Okyanûsa Pasîfîk ku yek ji çarê cîhanê ye, bandorê li ser tevahiya avhewaya cîhanê dike."
Gûîlyardî diyar kir, El Nîno di heman demê de dibe sedem ku li rojhilatê bakurê Amerîkayê mehên zivistanê bêhtir sar derbas bibin û got, "Li Afrîka û rojhilatê Endonezyayê rê li ber ziwayî, li herêmên cuda yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî rê li ber sarbûna hewayê vedike. Li bakur, mînak li herêma Alberta, dibe sedem ku kêmtir baran bibare. Encameke din a El Nîno jî ew e ku li rojavayê DYA zivistan gelekî dijwar derbas dibe."
Gûîlyardî da zanîn, El Nîna ji payîza sala 2015'an û vir ve dijwar bûye û wiha dewam kir: "Ji biharê heta bihara din dewam dike û herî zêde di zivistanê de dijwar dibe. Di sala 2015-2016'an de bi rengekî herî dijwar ê 50 salên dawî bandorê dike. Li gorî lêkolînên di demên dawî de hatin kirin, li rojava jî bayê di meha Adarê de destpê bike heta bihar û havînê dewa dike."
Pispor Gûîlyardî da xuyakirin, ku di encama lêkolîna 15 salan de hatiye tespîtkirin, El Nîno her sal bi rengekî cuda derdikeve holê û destnîşan kir, ku ji ber qada 3 heta 7 salan tê kirin, divê ji bo tedbîrên demdirêj lêkolîn bên zêdekirin.