Li Bexdayê dîwar tên lêkirin
Bi tirs û fikara 'çalakiyên sivîl dikarin xwe bigihînin herêma kesk' polîsê Iraqê li dora gelek herêmên paytext Bexdayê dîwaran lê dikin. Yek ji deverên dîwar lê hat lêkirin Pira Komarê ye.
Bi tirs û fikara 'çalakiyên sivîl dikarin xwe bigihînin herêma kesk' polîsê Iraqê li dora gelek herêmên paytext Bexdayê dîwaran lê dikin. Yek ji deverên dîwar lê hat lêkirin Pira Komarê ye.
Li paytexta Iraq Bexdayê, beriya xwepêşandanên girseyî yên îro destpê bikin, gelek pir û rê bi dîwar û bendan hatin girtin. Çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqî der barê mijarê de agahî dan çapemeniyê û diyar kirin, li gorî texmîna wan xwepêşandan wê gelekî mezin bin û ji bo tevlîheviyek gengaz rû nede, ew weke tedbîrê rê digirin.
Li derdora parlament û avahiyên hikûmetê yên li herêma kesk jî, tedbîrên ewlekariyê derketin asta herî bilind. Berdevkiya Tevgera Sadr îro bangeke kurt li alîgirên xwe û Bexdadiyan kir û ji her kesî xwest, piştî nimêja Înê li cihê lê ye xwepêşandanê pêk bînin. Di vê bangawaziyê de işaret bi Meydana Tahrînê nehat kirin, lewma tê gotin ku xwepêşandêr wê neçin vê meydanê.
Li gelek herêmên Bexdayê xwepêşandanan destpê kirine.