Li gorî lêkolînek li Elmanyayê, du ji sê kesan li dijî peymana bazirganiya serbest a bi DYA re hatiye kirin derdikevin. Her wiha ji sedî 60 ê gelê Elmanya, peymana bi Tirkiyeyê re li ser penaberan hatiye morkirin, red dike.
Lêkolîna ji bo qenala ARD ji aliyê Deutschlandtrend ve hat kirin. Ji sedî 70 ê beşdarên vê anketê di wê baweriyê de ne ku Peymana Hevkariya Razemeniyan û Bazirganiyê ya Transatlantîk (TTIP) wê zerarê bide aboriya welatê. Ji sedî 17 ê beşdarên anketê bawer in, ku ev peyman wê feydê li welêt bike.
Rêjeya dijberên TTIP'ê, li gorî lêkolînek meha Hezîranê ji sedî 55 bû.
YÊN PEYMANA PENABERAN A BI TIRKIYEYÊ RE HATIYE MORKIRIN RED DIKIN, JI SEDÎ 57 E
Rêjeya mirovên li dijî peymana Yekîtiya Ewropayê li ser penaberan bi Tirkiyeyê re kiriye û rakirina pêkanîna vîzeyê red dike, gelekî bilind e.
Ji sedî 57 ê beşdaran vê peymanê 'nebaş' dibînin, ji sedî 38 jî erênî bi nav dikin.
Di heman demê de rêjeya kesên rakirina vîzeyê ji bo welatiyên Tirkiyeyê 'erênî' dibîne ji sedî 33 ye. Yên li dijî vê yekê derdikevin jî ji sedî 62 ye.