Jinan li Munchenê daxwaza edaletê kirin

Li bajarê Elmanya Munchenê bi daxwaza bicihhatina edaletê çalakî hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Munchenê bi daxwaza bicihhatina edaletê çalakî hat lidarxistin.

Ji bo eşkerekirin û cezakirina kujerên komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê, ku di encamê de ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakiyeke edaletê hat lidarxistin.

Girseya gel a li ber Konsolosxaneya Fransayê li hev civiya, ji hikûmeta Fransayê xwest, kiryarên rastî yên komkujiyê ji raya giştî re eşkere bike û darizîne.

Di daxuyaniya li çalakiyê de hat gotin, "Em ji hikûmeta Fransayê dixwazin bûyerê ronî bike, kujeran derxîne pêşberî dadgeriyê û ceza bike." Di çalakiya ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Munchenê, Ciwanên Azad û YXK Munchenê ve hat organîzekirin de peyama "Em sozê didin Cansiz, Dogan û Şaylemez; heta cînayet bê ronîkirin wê çalakiya me bidome" hat dayîn.

Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.

...