DYA: Em bi fikar in Talîban bi dahata xaşxaşê xurt bibe
DYA'yê ragihand, ji ber çandiniya zêde ya îsal a xaşxaşê ew bi fikar in çavkaniya fînansmanê ya Talîbanan zêde bibe.
DYA'yê ragihand, ji ber çandiniya zêde ya îsal a xaşxaşê ew bi fikar in çavkaniya fînansmanê ya Talîbanan zêde bibe.
DYA'yê ragihand, ji ber çandiniya zêde ya îsal a xaşxaşê ew bi fikar in çavkaniya fînansmanê ya Talîbanan zêde bibe.
Ji fermandarên yekîneyên DYA'yî yên li Afganîstanê general Charles Cleveland diyar kir, çandiniya xaşxaşê îsal li vî welatî gelekî zêde bûye. Cleveland da xuyakirin, ku ev rewş ji bo Talîbanan dikare bibe 'çavkaniyeke fînansmanê ya gengaz' û da zanîn, di vê dema paleyiyê de êrîşên Talîbanan kêm bûne.
Cleveland got, "Di meha bihurî de şer kêm bû. Em di wê baweriyê de ku gelek endamên Talîbanê çûne paleyiya xaşxaşê." Generalê DYA'yî da xuyakirin ku zêdebûna paleyiya di hilberîna afyon û eroînê de tê bikaranîn, bi rengekî paradoks, êrîşên Talîbanê kêm kiriye.
Li Afganîstanê, piraniya wan leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hînê 13 hezar leşkerên NATO'yê wezîfeyê dikin. Talîbanan di meha bihurî de dabûn xuyakirin, ku di bin navê 'Operasyona Omarî' de wan dest bi 'êrîşa biharê' kirine.
Talîban, tevî ku di sala 2001'ê de ji rêveberiyê ket jî, hînê li ser sînorê Pakîstanê têra xwe aktîf e û gelek herêmên vî welatî kontrol dike. Bajarên Dîşû, Reg, Nawzad û Bagran di destê vê rêxistinê de ne. Ji bo bidestxistina bajarê Laşkar Gah jî êrîş dikir.
Li gelemperiya welêt, piraniya wan li herêmên çiyayê zêdeyî 10 herêm di destê Talîbanê de ye.
Afganîstan her wiha yek ji welatên sereke ye ku lê gelek gihayên ji bo çêkirina madeyên narkotîkê tên bikaranîn, tên çandin.